Humermenda Kurd Tara Mamedova li Amedê konsereke bi heybet da. Tara Mamedova di konserê de axivî û got, “Bila êdî Rojîn, Gulistan û Narin nemirin! Bila ev tarîtî bi dawî bibe.”
Humermend Kurd Tara Mamedova li avahiya ÇandAmedê konser da. Rêveber û nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş , malbata Rojîn Kabaîş û gelek dildarên hunerê beşdarî konserê bûn. Amadebûna nûnerên civakî nîşan da ku muzîka Tara Mamedova dema ku stranên xwe yên nû “Navê min Têkoşîn e” û “Leyla” strandin, li salonê hewayeke cuda çêbû. Girseya ku bi vîna jinê û navê berxwedanê coşiya, heta dawiya konserê bi yek dengî stran dubare kirin. Tara Mamedova bi performansa xwe ya li ser dikê û bi têkiliya xwe ya germ a bi temaşevanên re, şeveke unîform û jibîrnekirî di dîroka hunerî ya bajêr de neqş kir.
Tara Mamedova di axaftina xwe de jinên hatine kuştin bi bîr anî û ev bang kir:”Bila êdî tu Rojîn, tu Gulistan û tu Narin nemirin! Bila ev tarîtî bi dawî bibe.”
Hunermend Tara Mamedova her wiha bal kişand ser parka ku li navçeya Yenîşehîrê li ser navê Rojîn Kabaîş hatiye vekirin. Tara Mamedova gelê Amedê vexwend vekirina parkê û wiha got: ”Sibe em ê li Yenîşehîrê bin. Em ê ji bo bîranîna Rojîn li wir bin.”
Di dawiya konserê de ûnerên Meclîsa Jinan destek kulîlk û formaya Amedsporê diyarî Tara Mamedova kirin.















