Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk DEM Partiyê encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku di navbera 6-9ê Hezîranê de hatibû lidarxistin, ji raya giştî re ragihand. Lijneyê di encamnameyê de ragihand ku dê pergala qeyiman pûç bikin hevserokatiyê belavî her qadê bikin.
Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk ku li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate lidarxistin çar rojan berdewam kir. 6 û 7ê Hezîranê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma “Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Dû re di 8 û 9ê Hezîranê jî Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Giştî hate lidarxistin. Hevserokên Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek siyasetmedar beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser rêveberiyên heremî yên komunal û rê û rêbazan nîqaş hate kirin. DEM Partiyê piştî konferansa 4 rojan îro encamname parve kir.
Lijneya Rêveberiyên Heremî ya DEM Partiyê di destpêka encamnameyê de diyar kir ku ew vê konferansê di kesayeta Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku di demeke nêz de jiyana xwe ji dest dabûn diyarî hemû rêhevalên wan yên di 47 salên rêveberiyên herêmî de şehîd ketine, kirine. Her wiha di daxuyaniyê de girtiyên siyasî û şaredarên ku wekî di zindanan de dîl tên girtin hatin silavkirin.
Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ku di 8-9ê Hezîranê de hat lidarxistin wiha ye:
Konferansa xwe ya bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku me di 8-9ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Bi Birêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ber bi Civaka Komînal ve’ li dar xist, di serî de ji bo Şaredarê Sêrtê yê serdema borî Selîm Sadak û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku me di demeke nêz de winda kirin; em diyarî hemû rêhevalên xwe yên ku di 47 salên rêveberiyên herêmî de jiyana xwe ji dest dane dikin. Di şexsê hilbijiartiyên me yên ku wek dîl têne girtin û hevalên me yên ku di zindanan de girtî ne, em hemû rêhevalên xwe yên ku têkoşîna aştiyê û azadiyê dimeşînin silav dikin û dixwazin ku di demekî nêz de bi awayekî fizîkî azad bibin.
Konferansa me; bi tevlibûna delegasyoneke nêzî 450 kesî ku di nav wan de rêveberiya partiya me, hilbijartiyên me û nûnerên saziyên demokratîk jî hebûn, hate lidarxistin. Di konferansa me ya du rojan de, pêvajoya siyasî ya ku em tê re derbas dibin û xebatên me yên rêveberiyên herêmî yên du salên borî hatin nirxandin; di çarçoveya van nirxandinan de ji bo xebatên ku di serdema bê de divê bi ruh û hişmendiya komînalîteyê werin meşandin pêşniyar hatin kirin û biryarên giring hatin girtin. Li gorî vîna delegasyona konferansê, Belgeya me ya Helwestê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hat nûkirin; pênaseya rêgezên bingehîn, usûl û esasên xebatê û polîtîkayên girtina kar a rêveberiyên herêmî di çarçoveya hewcedarî û armancên serdema nû de ji nû ve hatin diyarkirin û qebûlkirin.
Em dixwazin di destpêkê de diyar bikin ku li dijî şêwazê rêveberiya yekperest, hişk û navendparêz ku salên dirêj e li Tirkiyeyê bandora xwe nîşan dide, em ê pêşengtiyê bidin demokrasiya herêmî û ji bo ku ev bibe herdemî (û cihê xwe bigire) em ê têkoşînê mezin bikin. Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya demokrasiya herêmî bernedin.
Vîna gel desteseriya qeyiman têk bir
Partiya me di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de careke din qeyim têk birin. Tevî her spartina mercên neyeksan, fêlbazî û hewldanên desteserkirinê, partiya me bi 78 şaredariyan û bi gelek destkeftiyên rêveberiyên herêmî yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Bajêr de bi dest xist, encameke di ser bendewariyan re bi dest xist.
Qeyim, ne tenê her wekî parçeyekî polîtîkayên zorê yên dewletê, lê belê lêgerîna avakirina li dijî hegemonyayê bû. Ji ber vê yekê qeyim, stratejiyeke rêveberiyê bû. Têkçûna vê stratejiyê ya ku armanc dikir bi rêya şaredariyan razîbûna civakê bigire û civakê ji lêgerîna azadiyê dûr bixe û serdestiyê ava bike; ji girtina şaredariyan wêdetir, bûyereke siyasî ye ku daxwaza guherînê ya civakê li ser sindoqan nîşan dide. Encamên hilbijartinê, dilsoziya gelê Kurd a bi vîna xwe rêveberiyê re nîşan daye. Ji ber vê yekê vîna gel, projeya hegemonîk a ku di şexsê qeyiman de ketibû dewrê pûç kiriye û şandiye sergoya dîrokê. Unsurên dewletê yên derveyî norman ku nekarîn têkçûna xwe ya giran a li pêşberî gel qebûl bikin, hem ji bo helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gel hem jî ji bo zirarê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tayînkirina qeyiman a li ser şaredariyên me domandin.
Tevî zihniyeta qeyim, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dîrokî qewimîn. Bi hewldan û tempoya awarte ya mîmarê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan, di nava çend mehan de gavên giring ên ku li cîhanê mînakên wan nîn in hatin avêtin. Pêvajoya ku sal û nîvek li pey xwe hişt, ji îro pê ve bendewarî û hêviyên derbarê derbasbûna qonaxa aştiya pozîtîf de gihandine astekê. Ji bo vê yekê, di serî de divê mercên xebat û ragihandinê yên azad ên Birêz Abdullah Ocalan werin dabînkirin û statûya wî were diyarkirin. Li dû hev, di çarçoveya qanûna giştî (yasaya çarçoveyî) de qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk werin derxistin û bikevin jiyanê; gavên ku pêdiviya wan bi serastkirina qanûnî nîn e bi lez werin avêtin û piştre bi rêziknameyên nû werin palpiştkirin. Di vê çarçoveyê de, paşvekişandina qeyûmên heyî bi biryarek îdarî û piştre wekî ku di rapora dawî ya Komîsyona Demokrasî, Biratî û Pişgiriya Neteweyî ya TBMMê de hatiye diyarkirin, betalkirina tayînkirina qeyiman a li ser bingeha Madeya 45an a Qanûna Şaredariyan a Hejmar 5393yan elzem e.
Di qanûna şaredariyan de divê hevserokatî were naskirin
Hevserokatî, yek ji mînakên herî bihêz e ku sedema hebûna me rengê siyasî digire. Destpêka pêkhatina azadiyê, ketina jiyanê ya paradigmaya azadîxwaziya jinê ye. Şertê yekem ê şoreşgerî û sosyalîstbûnê, pratîzekirin û pêkanîna paradigmaya azadîxwaziya jinê ye.
Di serê destkeftiyên jiyanî û rêveberiyê yên paradigmaya azadîxwaziya jinê de hevserokatî tê. Pêkanîna hevserokatiyê ya ku têkoşîna me ya azadiyê pêşengiya wê kiriye, bi demê re ji bo piraniya pêkhateyên demokrat, sosyalîst û şoreşger bûye mînak; qadeke berfireh a belavbûnê bi dest xistiye û tevî hinek sînoran ji aliyê dewletê ve jî bi qanûnî hatiye naskirin. Bi vî aliyê xwe, hevserokatî hem di qada îdeolojîk-siyasî de, hem di xeta têkoşîna civakî de û hem jî di çarçoveya têkoşîna li dijî dewletê de destkeftiyeke mezin e.
Di demên dawî de êrîşên sîstematîk ên zihniyeta mêrsalar, dewletparêz, desthilatdar û zordar ên li ser paradigmaya azadîxwaziya jinan û destkeftiyên têkoşîna me ya ku di vê rêyê de berdêlên mezin dane, zêde bûne. Em ê li dijî van êrîşan helwesteke pasîf an jî reaksiyonel nîşan nedin. Berovajiyê vê, ji ber ku sîstema hevserokatiyê destkeftiyeke mezin û jêneveger a têkoşîna me ye, em ê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bînin nav her qada jiyanê.
Di qonaxa nû de ya ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dest pê kiriye, em rûbirûyî berpirsiyariyeke dîrokî ne ku bi qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk demokrasiya herêmî bihêz bikin û di hemû qanûnan de naskirina sîstema hevserokatiyê dabîn bikin. Banga me ji bo TBMMê û saziya siyasetê ew e ku di serî de Qanûna Şaredariyan, li hemû qanûnên ku pêwendiya wan bi siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî re heye, sîstema hevserokatiyê were naskirin.
Bi Şaredariya civaka demokratîk em ê jiyanê rêxistin bikin
Demokrasî, panzehîra navendparêziyê û nêzîkatiyên dewletparêz e. Lê belê metodolojiya ku dê demokrasiyê watedar û jiyanî bike, hûnandina wê ya ji herêmê û ji binecih ve ye. Ji ber vê yekê şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e. Mekana îdarî û rêveberiyê ya komûnê jî şaredarî ne. Bêguman ne mimkûn e ku mirov komunê tenê bi şaredariyan re bisînor bike, lê şaredarî û di wateya berfireh de birêveberiyên herêmî yên demokratîk, di hûnandina jiyana komînal a di nav civakê de û di avakirina civaka demokratîk de xwedî roleke pêşeng in.
Şaredariya civaka demokratîk, şaredariya gel e. Kirina siyaset û xizmetê bi hev re li gel gel e. Jiyanîkirina demokrasiyê ya ji herêmê ye. Destpêka demokrasiyê ji herêmê dibe û şaredariya civaka demokratîk namzet û daxwazkarê pêkanîna vê yekê ye. Pêşxistina tevgera şaredariya demokratîk; di serî de jin, ciwan, astengdar, gelên xwedî nasnameyên cuda û bawerî, rêxistinbûna hemû beşên civakê li ser bingeha hewcedariyên wan, wezîfe û berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ye. Perwerde, ziman, çand, tenduristî, aborî û ekolojî di serê van hewcedariyan de tên.
Şaredariya Civaka Demokratîk, di serdema nû de ji bo me nexşeya rê ya bingehîn e. Ku em ê vê rêyê li ser kîjan rêgez û kesan ava bikin, bi vîna hevpar a ku di konferansa me de derketiye holê teşe girtiye. Em ê destkeftiyên serdema borî bi biryardariyên xwe yên serdema nû re bînin cem hev û bi xurtî bibin bersiv ji bendewariyên gel re. Em ê hilweşîna ku serdema heşt salan a desteseriya qeyûman ava kiriye tamîr bikin û telafîkirina salên windakirî pêk bînin.
Bi vê armancê di serdema nû de, em bi girtina bingeha vîna ku konferansa me derxistiye holê, careke din beyan dikin ku me rêgeza tevlibûna demokratîk wekî têgihîştina xwe ya rêveberiya bingehîn qebûl kiriye. Bi qebûlkirina ku gel di pêvajoyên biryargirtinê yên meclîsên şaredarî û giştî yên parêzgehan de subjektiya resen e, em ê di serî de xebatên budçeya beşdar, komûnan ava bikin; bi rêya meclîs û konseyên bajaran mekanîzmayên biryargirtinê yên bi gel re çalak bikin. Em ê têgihiştina civakeke ku nayê birêvebirin lê rasterast beşdarî rêveberiyê dibe mezin bikin.
Pratîzekirina têgihîştina şaredariyê ya ku pêşîtiyê dide rêxistinbûnên komûn û kooperatîfan, piştgiriya van xebatan dike û belav dike jî, yek ji armancên bingehîn ên vê serdemê ye. Bi têgihîştina ‘komun şaredarî ye, şaredarî komun e’, em ê her şaredariyekê wekî komunekê bi rêxistin bikin. Em ê têgihîştina birêveberiya herêmî ya ku hemû beşên civakê xwe di nav de dibînin, xwedî gotin û biryar in, bi kesayet û nêzîkatiyeke komînalîst bi pêş bixin. Em ê şaredariyan ne tenê wekî saziyên ku xizmetê hildiberînin, lê di heman demê de wekî qadên demokratîk ên ku pişgiriya civakî û jiyana hevpar lê tê rêxistinkirin ava bikin.
Dema ku krîza aborî ya kûr a ku Tirkiye tê de ye û pirsgirêkên aborî yên ku şaredariyên me rûbirû ne werin ber çavan, şêwazê rûdana meqam, post û amûrên ku têne bikaranîn li ser civakê giringiyeke hîn mezintir bi dest dixe. Konferansa me vîneke zelal derxistiye holê ku hemû hilbijiartiyên me di jiyana xwe û pratîka xwe de baldarîya herî mezin bidin van tiştan; çavkaniyên şaredariyê bi awayekî çalak, berdar û ji bo berjewendiya gel werin bikaranîn.
Bi taybetî di serî de nifşê ciwan, pirsgirêkeke giran a bêkarî û îstihdamê heye. Zext û bendewariya civakî ya ku ev rewş diafirîne, pirî caran li ser şaredariyan kom dibe. Bersivdana van bendewariyan bi rêbazên wekhev, adil û zelal, berpirsiyariya bingehîn a rêveberiyên herêmî ye. Ji ber vê yekê, di pêvajoyên girtina kar a li şaredariyên me de em sîstema pişkê (kûra) êdî wekî rêgezeke bingehîn qebûl dikin. Em armanc dikin ku hemû hemwelatiyên ku daxwaza îstihdamê dikin, li gorî wekheviya fersendan a li ser bingeha lîyaqetê werin nirxandin û ji bo her kesî pêvajoyên adiltir werin meşandin.
Ji tespîta ‘Ziman hilgirê çandê ye’ tevgeriyan, em ê xebatên zimanê dayikê û çandê di hemû herêman de bixin nav jiyanê. Ji aliyekî ve dema ku em bi têgihîştina şaredariya pirzimanî xizmetê pêşkêş dikin, ji aliyê din ve em ê beşdariyê li parastin, pêşxistin û veguhastina zimanên herêmî bo nifşên paşerojê bikin. Li herêman em ê çalakî û xebatên ku resenî û xweseriyên çandî yên gelan li ber çavan digirin pêk bînin. Em ê ziman û çanda gelan bidin geşkirin, di xala veguhastina vê mîrasa çandî bo nifşên paşerojê de em ê berpirsiyariya dikeve ser milê xwe bînin cih.
Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk em ê bigihin civaka komunal
Îro di bingeha krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de navendparêziya zêde heye. Nexme ku di dîroka bi hezarên salan a van waran de navendparêzî îstisna ye, desantralîzasyon rêbaz e. Pêdivî bi rûyekî nû heye ku navend û herêm ji nû ve bifikire, têkiliyên wan bi nêrîna li ser kevneşopiya qedîm a van waran mînak bide, demarên ku dê paradigmaya civaka demokratîk jiyanî bikin vebike.
Çarçoveya ku ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de xêz kiriye, derbarê derbaskirina paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz û siyaseta demokratîk de xwedî mohreke dîrokî ye. Stratejiya siyaseta demokratîk, zemîna avakirina paradigmaya civaka demokratîk e. Kevirên vê zemînê jî dikarin bi têgihîştina rêveberiyên herêmî yên demokratîk werin hûnandin. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk, her rola xwe ya pêşeng û avaker bilîze, civaka demokratîk ava dibe. Geşkirina demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk jî bi entegrasyona demokratîk mimkûn e. Bi entegrasyona demokratîk, pêkhatina formulasyona dewlet+demokrasî, di heman demê de dê bibe zemîna yekîtiya komînal a gelê Kurd û gelên herêmî.
Ji bo vê yekê bêyî gîrokirin û eglekirina demê divê gavên qanûnî werin avêtin. Ji bo pêşveçûna demokrasiya herêmî, rakirina şerhên di Şerta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de û nûkirina ruhê ‘demokrasiya herêmî’ ya Destûra Bingehîn a 1921ê elzem e. Bi vê nûkirinê re transformasyona rêveberiya giştî ya Tirkiyeyê ber bi pêkhateyeke desantralîst ve dê derfetê bibîne û rê bide veguhastina rayeyê ji rêveberiya navendî ber bi birêveberiyên herêmî ve. Dîsa rakirina şerhên di Şwrta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de, derxistina Qanûna Birêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û Qanûna Civaka Sivîl a Demokratîk, dê di bicihhatina paradigmaya civaka demokratîk de û di çûna dîrokê ya paradigmaya serdestiya netewe-dewletparêz de roleke diyarker bilîze.
Bi van ramanan, em dixwazin Konferansa me ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a ku me bi dirûşma ‘Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Ber bi Civaka Komînal ve’ li dar xistiye, di avakirina civaka demokratîk de tevkariyê li gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bike.












