* Mahmût Bakratê ku beriya çend mehan piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan, derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kir ku dewleta Tirk sal û nîveke gaveke şênber neavêtiye û got: “Divê êdî dewlet jî vê yekê bibîne û gavên şênber biavêje û gelê Kurd weke hemwelatiyên xwe bibîne.”
* Bavê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku di serî de Walî, Rektor û Dozgerî, hemû rayedar bi tiştên hatine serê keça wî dizanin lê dixwazin dosyayê veşêrin û bang kir ku komîsyoneke serbixwe were avakirin.
Geşedanên di dosyaya Gulistan Dokûyê de diqewimin dê bên şopandin.
* Lijneya Rêveberiyên Xwecihkî ya Demokratîk a DEM Partiyê, dê bi şîara “Em bi vîna jinê komunên xwe ava dikin, bi rêveberiyên xwecihkî civaka azad dihonin” li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê konferansa jinan li dar bixe. (09.30)
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê bi dirûşma “Niha Dema Azadiya Rêber Apo û dema jinan e” bi hezar jinan re ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê kom bibin û ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê bikin. (10.00)
* Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî bi deklerasyonekî damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê ragihîne. (11.00)
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza pirsa aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û edaletê dê çalakiya xwe ya heftane ya 1099emîn li Qada Galatasaray li dar bixin. (12.00)
* Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin bidomînin. (12.00)
* Pirtûkxaneya Gel a Şaredariya Yenîşehîrê ku li Taxa Şehitlikê hatiye avakirin û navê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş lê hatiye kirin, dê bê vekirin. (12.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, dê li navendeke karsaziyê Komeleya Xwendekarên Komun (KODER) bi merasîmekê veke. (12.30)
* Bi pêşengtiya Şaxa Egîtîm Sena Êlihê, Egîtîm-Bîr-Sen, Turk-Egîtîm-Sen û Koop-Îş-Sendîkayê dê bi dirûşma “Em ji tundiya di perwerdehiyê de dibêjin na” ji Parka Ataturk heta Cadeya Gulistanê ya Êlihê meşek bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn. (14:00)
Kirmanckî
Mamosteyê kirmanckî Serhat Temelî bale ante vîndîbîyayîşê ziwanê kirmanckî ser o û vat: “Polîtikayê dewlete xora vîndîkerdişê ziwanê kirmanckî ser o yê. La ma komel, sazgeh û şarederî zî vera asîmilasyonî zêde kede nêdenê. Şarederîyê ma bi xo ziwanê kirmanckî nêvînenê.”













