Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî çêkirina projeya jeotermalê ya li Gimgimê daxuyanî da û xwestin projeya jeotermalê bê rawestandin.
Federasyonên Komeleyên Vartoyê (VARTO-DER), li dijî çêkirina jeotermalê ya li navçeya Gimgimê ya Mûşê li Rêya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de dovîzên li ser, “Armanca me welatê me ye”, “Gimgim JESê naxwaze”, “Xweza jiyane” û “Dest nede xwezaya min” dinivisî rakirin. Girse bênavber dirûşmeyên, “Gimgim şîne dê şîn bimînê” û “Dest nede ax û xwezaya min” berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê nûnera Platforma Ekolojiyê ya Gimgemê ya Enqereyê parêzer Selvî Toprak Firat ve hat xwendin. Selvî Toprak Firat anî ziman ku ew proje bandor li xwezaya 16 gundan dike û got: “Gundên Tatan, Qeragivej, Hemug, Çorsan, Xarik, Qasiman, Emeran, Zengena, Civarka, Canesera, Xaşxaş, Muskan, Uskuran, Şorıik, Şeman û Badan ji vê projeyê bandor dibin.”
‘Li dijî jeotermalê têkoşîna xwe bidomînin’
Di berdewama axaftina xwe de Selvi Toprak Firat diyar kir ku ew ê li dijî projeya jeotermalê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Ew projê dê qadên me yên jiyanî, li cihên çerê yên sewalan û çem û kaniyên me dê talan bike. Ew ne biyaniyên van projeyê ne. Li gelek cihan me dîtiyê ku ka ew projê zerareke çawa dide xwezayê. Şîrketa IGNIS H2 Hilberîna Enerjiyê A.Ș. ku giredayî Amerikayeyê û tekiliyên wê yên navneteweyî hene vê projeyê bi rê ve dibe. Xwezaya Gimgimê, çemên wê ne qada bazara sermayedaran e. Ew projê ji welatiyên Gimgimê hat veşartin û ne bi îradeya welatiyan lê li gor berjewendiya sermayedaran hatiyê pêşxistin. Ew projê heke pêk were ya ku winda bike welatiyên Gimgimê ne û tenê sermayedar dê encam bigirin. Heke ew proje bikeve meriyetê hilberîna axê dê kêm bibe, qadên çerê dê ji holê rabin, sewalkarî dê biqede û di encamê de birçîbûn û koçberî dê derkeve holê. Em li vir dibêjin hemû projeyên beyî welatiyên Gimgimê bên çêkirin ne rewanê û em ê li dijî van projeyan têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Em dev jî têkoşîna xwe bernadin’
Piştî daxuyaniyê Parlamentera Mûşê Summeyye Boz axivî. Sumeyye Boz jî bi lêv kir ku ji bo projeyên bi vî rengî cihên weke Gimgimê ya ji aliyê xwezayê ve dewlemendin tê hilbijartin û wiha axivî: “Em ji bo parastina axa xwe û erdnîgariya xwe radestî sermayedaran nedin, têdikoşin. Dibêjin proje betalbûye lê derew e. Heta betalbûna wê projeyê bi awayekî fermî negihejê ber destê welatiyên Gimgimê em dev jî têkoşîna xwe bernadin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
Piştî daxuyaniyê bangewaziya tevlîbûna mîtînga 24ê Nîsanê ya li dijî projeya jeotermalê ku dê li navçeya Gimgimê bê lidarxistin, hat kirin. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














