• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

    Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

    Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

    Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

NYê ji bo karesata ‘El Nîno’ hişyarî da

Navenda Nûçeyan / AW

2 HEZÎRAN 2026 - 13:06
Kategorî: EKOLOJÎ
A A
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku îhtîmala derketina diyardeya rûxîner a El Nîno beriya meha Îlonê ji sedî 80ê  ye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî hişyarî da ku divê welat li dijî bandorên neyînî yên vê krîza avhewayê amade bin.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya ser bi NYê ve hişyarî da ku ji ber bilindbûna germahiya ava deryayê ya li Okyanûsa Pasîfîkê, dibe ku karesata avhewayê ya El Nîno ku li seranserê cîhanê dibe sedema bûyerên dilsoj ên xwezayî, careke din çalak bibe.

Li gorî rapora ku WMOyê belav kiriye; hat hesabkirin ku îhtîmala avabûna El Nîno beriya meha Îlonê ji sedî 80î ye û îhtîmala berdewambûna wê ya heta meha Mijdarê jî ji sedî 90 e.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Guardianê de cih girtiye, rêxistinê diyar kiriye ku piraniya modelên avhewayê nîşan didin ku El Nîno dê bi kêmî ve di asteke navîn û yan jî di asteke pir tund de vegere. Zanyaran beriya niha jî hişyarî dabûn ku ev bûyer dibe bibe yek ji karesatên El Nîno yên vê sedsalê.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres destnîşan kiriye ku divê El Nîno wekî ‘hişyariyeke lezgîn a avhewayê’ bê nirxandin û wiha gotiye: “El Nîno dê li cîhana ku jixwe germ bûye, neftê birêje ser agir. Bandorên wê dê hîn tundtir werin hîskirin, li qadên berferehtir belav bibin û sînoran derbas bikin ku dê encamên rûxîner li pey xwe bîne.”

Hişyariya germahiya zêde, lehî û hişkesaliyê!

Karesata El Nîno ya dawî ya ku di navbera salên 2023-2024an de rû da, wekî yek ji pênc rûdanên herî tund ên dîrokê hat qeydkirin û bû sedema ku sala 2024’an bibe sala herî germ ku rekorên germahiya gerdûnî hatin şikandin. WMOyê ragihand ku di sê mehên pêş de li piraniya herêmên cîhanê germahiyek li ser asta asayî tê payîn. Rêxistinê her wiha hişyarî da ku rîska barîna baranên pir pir zêde, lehî û hişkesaliyê jî zêde bûye.

El Nîno çi ye?

El Nîno bûyereke okyanûs-atmosferê ye ku di encama bilindbûna germahiya avê ya li Okyanûsa Pasîfîk de dibe sedema ser û bin kirina pergala avhewayê û ev jî dibe sedema hişkesalî, germaniya zêde yan jî barîna barana pir pir zêde.

Etîket: avhewaEl NînohişkesalîOkyanusa PasîfîkXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

2 HEZÎRAN 2026
Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

29 GULAN 2026
Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

Westan bi gul û kulîlkên biharê xemiliye

24 GULAN 2026
Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

24 NÎSAN 2026
Neteweyên Yekbûyî hişyarî kir: El Nîno vedigere

Neteweyên Yekbûyî hişyarî kir: El Nîno vedigere

24 NÎSAN 2026
Li dijî wêrankirina xwezaya Gimgimê daxuyanî hat dayîn

Li dijî wêrankirina xwezaya Gimgimê daxuyanî hat dayîn

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Şirnexê çûna 87 gundên vala hîna jî qedexe ye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka bi navê ‘Çîrûskên Kobanê’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efsûnî û gujeguja Sûlava Bêgiriyê balê dikişîne ser xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (43)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne