Polîsan êrîşî ciwanên ku xwestin li dijî mirina biguman a Îlayda Zorlu bimeşin kir û gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
Jina ciwan Îlayda Zorlu duh li Hatayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku polîs li malbata Îlayda geriyaye û gotiye Îlayda li zanîngehê tev li çalakiyan dibe. Li dijî mirina biguman a Îlayda ciwanan li pêşiya Opereya Sureyya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin. Polîs êrîşî ciwanan kir û gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin.














