• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Cîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Cîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Cîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Cîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Niyazî Budak piştî 30 salan tehliye bû

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

Stenbol / AW

28 HEZÎRAN 2026 - 20:10
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Li Stenbolê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk Mitînga Azadiyê hate lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku êdî divê pêvajo neyê dirêj kirin û çareserî pêk bê. Qanûna Çarçove navê demokrasiyê ye û got: “Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke. Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e.”

Bi pêşengiya Platfroma Saziyên Demokratîk li Stenbolê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Mitîng li Qada Baxcilarê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve Dimeşin” hat lidarxistin. Ji danê sibehê ve li gelek bajarên derdorê Stenbolê gelek kes hatin Stenbolê. Mitîng bi tevlibûna hezaran kesan bi coş dest pê kir. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitînge bûn. Hezaran kes bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ketin qada mitîngê. Parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û hezaran welatî tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de sînemagerê navdar Kadîr Înanir ê ku di 26ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn.

Mitîng bi deqeyekî rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.

Piştî rêzgirtinê Komîteya Amedekar a mitîngê gel silav kir û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derket ser dikê û axivî.

‘Em dizanin ku kesê pêvajoyê xurt bike birêz Abdullah Ocalan e’

Ayşegul Dogan diyar kir ku dilê herkesî tijê ye û got: “Ji Mersîn û Wanê heta Amed û Stenbolê hûn dengê xwe bilind dikin. Em îro ji bo Mitînga Azadiyê kom bûn. Bi salan e ji bo ked, aştî û azadiyê em têdikoşîn. Ji bona wê bi salan e gotinên me bi peyva aştiyê dest pê dike. Em dizanin êş çiye, me tu êş ji bîr nekir, hemû di dilê me de ne. Edî em naxwazin bigirîn, em naxwazin ciwan û zarokên me bimirin. Me gelek êş kêşand, me koçberî dît, mirin dît. Bi keda gelê xwe em hatin li vir. Divê em xwe rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin. Ev mitîng daxwazên me tîne ziman. Lê hin kes ji hin tiştan ditirsin. Ji azadiya birêz Abdullah Ocalan ditirsin. Birêz Abdullah Ocalan ev 27 sal e ji bo aştiyê têdikoşe. Îro divê bê fikirandin ku em çima dibêjin divê şert û mercên Ocalan bê baş kirin. Ji ber ku gumanên me hene. Em dizanin ku kesê pêvajoyê xurt bike birêz Abdullah Ocalan e. Ji bona wê îro em banga azadiyê dikin. Ew salên dijwar çûn divê êdî salên li hevhatî biborin. Me îro daxwazên xwe anîn ziman, ji îro şûnde jî em ê dîsa dengê xwe bilind bikin.”

Piştî axaftina Ayşegul Dogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kadîr Înanir şnadibû hate xwendin.

Paşê jî Hunermend Tara Mamedova derket ser dikê û stranên xwe got. Gel li ber stranan govend gerand.

‘Ji bo ku pêvajo bigihêje armanca xwe em li vir in’

Piştî konsera Tara Mamedova Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku ew gelê ku ev qada tijê kirine silav dike û wiha axivî: “Îro em mitîngekê li dar dixin lê li aliyekê ve jî şînek heye. Hevalê me dostê Kurdan Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da. Em soz didin Gelê Behra Reş, gelê Tirkiyeyê ku em ê Komareke Demokratîk ava bikin. Me li çar bajaran Mitîngên Azadiyê li dar xistin. Îro gel nikarê debara xwe bikin sedema wê şer e. Ji bo şer bê rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan û li vir bin, ji bo pêvajo bigihijê armanca xwe em li vir in. Me herdem got aştî. Îro ev qad gelek tişt dibêje, ev qad dengê çareseriyê ye. Hûn herdem xwedî li pêvajoye derketin û bi têkoşîna xwe we mesaya aştiyê saz kir.”

‘Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan anî ziman ku êdî Tirkiye bi înkarkirina gelê Kurd pêş nakevê û got: “Rêya derketina ji koasê demokrasî ye. Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin demokrasî jî nayê. Divê êdî em dilrast bin û mafê Kurdan, Elewiyan û gelên din bidin. Îro behsa Qanûna Çarçove tê kirin. Divê tu kes neyê tune hesibandin. Herkes tev li qanûnan bibe. Êdî divê pêvajo neyê dirêjkirin û çareserî pêk bê. Qanûna Çarçove navê demokrasiyê ye, Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke. Divê em di derxistina qanûnan de wêrek bin. Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bi salan e têdikoşe. Birêz Abdullah Ocalan dibêje êdî bila tu kes jiyana xwe ji dest nede. Têkoşîna me ji nûve dest pê dike. Ji bo Tirkiyeyeke Demokratîk, fermîkirina zimanê Kurdî em ê bixebitin.

Di dawiyê de Koma Agirê Jiyan derket ser dikê û mitîng bi coş berdewam dike.

 

Etîket: Ahşegul DoganBerdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanMitînga Azadiyê ya StenbolêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

28 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

20 HEZÎRAN 2026
Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

19 HEZÎRAN 2026
‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

18 HEZÎRAN 2026
Hêlîn Umît: Divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

Hêlîn Umît: Divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (782)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne