Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Iraq û Herêma Kurdistanê û ragihand ku komên girêdayî Îranê plana êrişan dikin.
Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê bi daxuyaniyekê welatiyên xwe hişyar kir ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nekin. Balyozxaneyê diyar kir ku milîsên Iraqî yên ser bi Îranê, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo êrişên li dijî welatî û armancên Amerîkayê, di nava planan de ne.
Di dewama daxuyaniyê de balyozxaneyê ragihand ku hinek aliyên girêdayî hikûmeta Iraqê, bi awayekî çalak piştgiriya siyasî, darayî û operasyonî didin komên milîs.
Balyozxaneya Amerîkayê da zanîn ku tevî ku qada hewayî ya Iraqê hatiye vekirin û geştên bazirganî yên sînordar dest pê kirine, lê divê welatiyên Amerîkayê yên ku dixwazin di qada hewayî ya Iraqê re geştê bikin, ji metirsiya fuze, dron û roketan agahdar bin.
Hêjayî gotinê ye hefteya borî, piştî nêzîkî 50 rojên şer û aloziya di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û destpêkirina agirbestê, hikûmeta Iraqê geştên hewayî yên navxweyî û derve dabûn destpêkirin. Bi vê yekê re tevgera welatiyên biyanî û şandeyên siyasî û dîplomatîk dîsa dest pê kiribû.













