Nûçegihanê me Nedîm Oruç ê ku îro derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn ji Girtîgeha Şirnexê derket.
Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç ê di 14ê Çileyê de li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hatiye binçavkirin û girtin, piştî 100 rojên girtî ma îro ji Girtîgeha Şirnexê hat berdan. Tevî malbat û hevalên wî yên rojnameger, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes Nedîm Orûu li pêşiya girtîgehê bi coş pêşwazî kirin.














