Mûş – Welatiyên ku li Gimgimê li dijî projeya JESê daketin qadan, diyar kirin ku ew ê rê nedin talankirina xwezayê û gotin: “Welatê me ji bo me teberîk e. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin.”
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li dijî projeya Santralên Enerjiya Jeotermalê (JES) a ku tê xwestin li gundên navçeyê bê çêkirin û heta Kanîreşê bandorê li 16 gundan dike, duh mitîngek girseyî hatibû lidarxistin. Mitînga ku bi pêşengiya jin û ciwanan hate organîzekirin, bû qada berxwedanê. Welatiyên ku ji gundên wekî Ameran û Ûskûrayê, her wiha ji Stenbol û derveyî welat ji bo parastina axa xwe hatibûn mitîngê ji ajansa me re axivîn, peyamên biryardariyê parastina xwezaya dan.
‘Em welatê xwe nadin wan’
Alev Yilmaz a ji gundê Ameranê bal kişand ser girêdaniya wan a bi axê re û got: “Ez heywanan xwedî dikim û debara xwe bi vî awayî dikim. Ev welat ji mezin û dayikên me ji me re maye. Welatê me ji bo me teberîk e. Heke hewce bike, em ê di vê rêyê de bimirin; lê em welatê xwe nadin.”

‘Av, ax û hewaya me nayê firotin’
Hasret Taşdemîr a ji gundê Ûskurayê jî diyar kir ku ew nahêlin hewaya wan bê qirêjkirin û wiha axivî: “Em jeotermalê naxwazin. Îro em ji bo parastina av, ax û hewaya xwe li vir in. Em çima welatê xwe biterikînin? Werin em heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin.”

Metirsiya koçberiyê û bangawazî
Şenay Yûrtsever jî bal kişand ser encamên projeyê û diyar kir ku heke JES çêbibe, dê xweza û heywan nemînin û ew ê neçar bimînin ku koç bikin. Şenay Yûrtsever bi pirsa “Piştî vê saetê em ê bi ku de herin?” bertek nîşan da û bang li her kesî kir ku xwedî li axa xwe derkevin.
‘Bila tu kes rehet nebe, em rê nadin’
Welatiyekî ku ji Almanyayê ji bo piştgiriya berxwedanê hatibû, bi biryardarî bal kişand ser parastina welat û wiha got: “Em vê axê tu carî bernadin. Tu kes nikare li ser axa vî welatî karên qirêj pêk bîne. Ji bo wê îro ev gel li vir e û dê her roj li vir be. Bila tu kes rehet nebe, nikarin karê xwe pêk bînin. Em ê heta dawiyê li vir bin û ber xwe bidin.”
Jinên beşdarî mîtîngê bûn, destnîşan kirin ku ew naxwazin zarok û neviyên wan li xerîbiyê bimînin û gotin: “Zarokên me ji gurbetê vedigerin ser axa xwe. Em li vir tu projeyan naxwazin.”












