Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê, li dijî talankirina xwezayê û dorpêça sermayeyê bi beşdariya deh hezaran kesî “Mîtînga Doz û Jiyanê” hate lidarxistin. Di mîtîngê de hat destnîşankirin ku gel dê destûrê nede talankirina qadên xwe yên jiyanê.

Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk meş û mitîng hate lidarxistin. Wekîlên DEM Partiyê Omer Faruk Hulakû, Ayten Kordû, Sûmeye Boz û Kezban Konukçû, endam û rêveberên sazî û nûnerên hiqûqî, odeyên pîşeyî, komeleyên Ekolojiyê, komeleyên Elewiyan, parêzvanên xwezayê di nav de bi hezaran kes tev li meş û mitîngê bûn.
Bi slogan û dowîzan meşiyan

Girseya ku li Xaçerêya navçeyê li hev civiya dest bi meşê kir. Meşa ku bi berzkirina dirûşmên parastina xwezayê û axê dest pê kir, heya ber avahiya Şaredariya Kanîreşê berdewam kir. Di meşê de pankartên “Em ê jîyanê bi parêzin” , “Em ê rê nedin jeotermalê”, “Em jeotermalê naxwazin” hatin vekirin û her wiha dowîzên “Pişgirtî dide jiyandin”, “Ne Tonî, ne Conî, ne HES, ne jî JES gerek bibin yek her kes” , “Parastina gundê me parastina pêşerojê ye” hatin rakirin. Dirûşmên “Bêdeng nemîne hûn bêdeng bimînin dê dor were we” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Piştî meşê mitîng hate lidarxistin.
‘Heqîqeta me heqîqeta berxwedanê ye’

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû ku ewilî di mitîngê de axivî, diyar kir ku gel ji bo parastina paşeroj, ax û ava xwe li qadan e û wiha got: “Em ê nehêlin ev talan pêk were. Heqîqeta me, heqîqeta berxwedanê ye. Gelê me yê ku herikî qadan û li ber xwe dide, rê neda hişmendiya talanker a sermayeyê. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Em ê tevî we, li dijî kujerên zarok, jin û xwezayê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna we, têkoşîna me ye. Duh Gimgim, îro Kanîreş û sibê em ê ji bo Dêrsimê li qadan bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî mîtînga me ya li Stenbolê jî bibin.”
‘Em ê teqez serbikevin’

Parlamentera Stenbolê Kezban Konukçu jî silav ji berxwedêrên Karadeniz û Egeyê re şand û wiha got: “Sermayeyeke Amerîkayî dixwaze axa me tune bike. Yên ku erdnîgariya gel pêşkêşî emperyalîstan dikin bila bizanibin ku ew ê bi wan re biçin. Em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”
‘Em ê wan ji Kurdistanê derxînin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeye Boz bal kişand ser talana sermayeyê û got: “Emperyalîst dijminê xweza û mirovan in. Em ê li Kurdistanê rê nedin talanê. Em ê tu carî nehêlin ku qadên jiyana me tune bikin. Yên ku li ser vê axê najîn, tenê ji bo qezanckirina pereyan tên û dixwazin axa me tune bikin. Em ê tu carî rê nedin vê yekê û em ê wan ji Kurdistanê derxînin.”
Hulaku: Karesata Îlîçê di bîra me de ye

Parlamenterê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî bi bîr xist ku dema dewlet li axê dinêre rantê dibîne, lê gel jiyanê dibîne û got: “Duh gelê Gimgimê, îro gelê Kanîreşê li qadan li ber xwe dide. Ev gel bi salan e li dijî zext û zilmê li ber xwe dide. Dema ku ew li axa me dinêrin pere û rantê dibînin, lê em jiyanê dibînin. Kes nikare jiyanê ji destê me bigire.” Hulaku bal kişand ser karesata madenê ya Îlîçê û wiha axivî: “Ez bi xwe şahidê bêhiqûqiya li Îlîçê bûm. Rayedarên fîrmaya Amerîkayî yên bûn sedema mirina 9 karkeran nehatin darizandin. Niha dixwazin heman tiştî li vir bikin. Em ê bi yekîtiyê rê nedin vê talanê. Em ê bi yekîtiyê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”
Bi helbestên Ahmed Arif berxwedan hate silavkirin
Di mîtîngê de helbestên Ahmed Arif hatin xwendin û piştî axaftinan Koma Birîndar derket ser dikê. Mîtîng bi gerandina govendê û dirûşmên “Bijî têkoşîn” û “Bijî raperîn” bi dawî bû.














