Di Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şengalê de çand, huner û rengên resen ên civaka Êzidî hatin danasîn û peyama parastina çandê hatin dayîn.
Bi pêşengiya Navenda Rewşenbîriya Şengalê îsal Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Şengalê hate li darxistin. Mîhrîcanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyan, parlamenter, endamên Meclisa Mûsilê, oldar, rûspî û pêşengên civaka Êzidî li Salona Xemlîn a li navenda bajarê Şengalê dest pê kir. Mîhrîcana bi armanca zindîkirin û danasîna çand û hunera Êzidiyatiyê tê li darxistin, dê wekî kevneşopiyekê bê domandin.
Welatiyan berdewama mîhrîcanê xewstin
Di mîhrîcanê de rengên qedîm ên Şengalê, stran, govend, cil û berg û xwarinên herêmî derketin pêş. Koma Gelwaz bi stranên resen ên Şengalê derket ser dikê û beşdaran li ber stranan govend gerand. Welatiyên ku bi kelecaneke mezin beşdarî mîhrîcanê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman û xwestin ev festîval her sal bê lidarxistin.
‘Pêwîstiya Şengalê bi festîvalên wiha heye’
Di mîhrîcanê de Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên axivî û ji ber keda wan spasiya Navenda Rewşenbîriya Şengalê kir. Hisên destnîşan kir ku di nava alozî û şerên li Rojhilata Navîn de, lidarxistina festîvaleke wiha li Şengalê xwedî wateyeke gelekî girîng e û wiha got: “Pêwîstiya Şengalê bi festîvalên bi vî rengî heye.”
‘Çanda me bi berxwedanê gihişt roja îro’
Hisên anî ziman ku ji dîrokê heta niha çanda Êzidiyan bi “tîr, xencer û rima” hatiye birîndarkirin û wiha domand: “Pêwîst e em hemû bibin bijîşk û birînên çanda xwe derman bikin. Tevî her cure êrişan, çanda me bi berxwedanê gihiştiye roja me ya îro û niha jî em wekî berhema vê berxwedanê vê festîvalê pêk tînin. Gava em li cîhanê dinêrin, Şengal bi cil û bergên xwe, bi ol û baweriya xwe û bi felsefeya xwe ya çandî xwedî cihekî gelekî taybet û bêhempa ye.”













