Mamosteyê wênesaziyê yê Navenda Çandê ya Baharê (BKM) Ramazan Îlter û şagirta navendê Havîn Alphan di hunerê de bal kişandin ser bikaranîna hişê çêkirinê û diyar kirin ku ew sepanên hişê çêkirî ji bo hunerê weke xetereyekê dibînin. Hunermend anîn ziman ku hunera bi hişê çêkirî tê avakirin, ne pêkan e ku hestên mirov derxe holê.
Li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi salan e dersên hunera Kurdî yên wekî wênesazî, erbane, gîtar, govend, muzîk û tembûrê tên dayîn. Şagirtên ku bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî van dersan dibin, ji aliyekî ve jî rûbirûyî bandora pêşketina teknolojiyê dimînin. Ji ber ku her tişt ber bi ‘hişê çêkirî’ ve diçe, rihetiya van sepanan bala ciwanan dikişîne û ev yek dibe sedem ku hin şagirt ji keda destan û hestên rasteqîn ên hunerê dûr dikevin. Têkildarî xêzkirina wêneyan û xetereya hişê çêkirî, mamosteyê wênesaziyê yê BKMê Ramazan Îlter û xwendekara navendê Havîn Alphan metirsî û fikarên xwe anîn ziman.
‘Bala zarokan li ser telefonê ye’
Ramazan Îlter li ser eleqeya zarokan a ji bo telefonê sekinî û xeteriyên vê yekê destnîşan kirin. Îlter derbirî ku tevî ew qas dersên tên dayîn jî dîsa ji ber pêşketina teknolojiyê bala zarokan li telefonan e û wihagot: “Ji ber ku her tişt bûye hişê çêkirî û piraniya wan şagirtan bêhtir bala wan ew rihetiya wê sepan a hişê çêkirî dikşîne û di dersên xwe de li paş dimînin.”
‘Wêne pênasekirina jiyanê ye’
Di berdewama axaftina xwe de Ramazan Îlter da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe ve wêneyan xêz dike û wêne rengê jiyanê ye ku mirov dikişîne nava xwe. Îlter bal kişand ser wateya hunerê û got: “Dema ez wêne xêz dikim, ez diçim cîhaneke din. Mirov hest, serpêhatî, windahî û hêviyên xwe bi wêne zindî dike. Pênasekirina reng û rûyê welat, jiyana mirovahiyê. Resim rengekî şîrîn ên ku mirov dikişîne xwe yê jiyanê ye. Her tiştek çîrokek wê heye. Weke stran, helbest, romanekî û çîroka resim jî mirov dikişîne nava xwe û mirov lê kur dibe. Di wêneyên min de jî rengê welat û jiyana gelê Kurd veşartî ye.”
‘Hişê çêkirî nikare hestan derxe holê’
Ramazan Îlter di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tiştên bi hişê çêkirî li ser medyaya dîjîtal tên çêkirin qet bala wî nakişînin û wî nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Dema mirov wêneyekî diavêje ser tûwalê, bi firçe û xêzan hestan derdixe holê. Lê îro di aliyê xêzkirina resman de em dibînin ku eleqeya ciwanan lewaz bûye. Ew jî zêdetir ji bo dibistanê wekî mecbûriyetekê xêz dikin. Tiştên ku bi hişê çêkirî tên hilberîn qet bala min nakişînin û ez wan bi qîmet jî nabînim. Hişê çêkirî her tiştî dibe ber bi rihetiyê ve. Li ser hişê çêkirî, wêne û muzîk çi wateya xwe heye? Pêwîstî bi kedê heye. Tişta ku bi hişê çêkirî bê avakirin, nepêkan e ku hestên dilê mirov derxe holê. Em vê yekê wekî xetereyekê dibînin ku di qada hunerê û kedê de paşketinê bi xwe re tîne.”
‘Wêne tişta nayê ser ziman xêz dike’
Şagirta BKMê Havîn Alphanê jî anî ziman ku hezkirina wê ya ji bo wênesaziyê ji zarokatiyê tê û bi hatina BKMê re ev daxwaz hîn xurtir bûye. Alphan bal kişand ser hestên di wêneyan de û çîroka wêneya Jîna Amînî ya ku wê xêz kiriye ev tişt vegotin: “Carinan hin tişt nayên ser ziman, lê wêneya ku mirov xêz dike wê nîşan dide. Dema min wêneya Jîna Amînî xêz kir, hîn çalakiya birîna keziyan tunebû. Lê piştî qetilkirina wê, gelek jin hatin qetilkirin û jinan dest bi birîna keziyên xwe kir. Li ser wêneya wê jî gelek kezî hebûn, piştre me jî keziyên xwe jêkirin. Di wêneyê de kujerên zilam jî hene. Em naxwazin wêneyên kesên din xêz bikin an jî kopî bikin. Berhemên me xwemalî ne.”
‘Huner bi keda destan watedar e’
Havîn Alphanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku huner bi kedê xweşik e û li dijî hişê çêkirî ev peyam da: “Gelek wêneyên me girêdayî kevneşopiya me ne. Jina ku li tembûrê dixe, jina ku kemanê lê dixe… Em bi piranî wêneyan li ser tûwalê bi destan xêz dikin, gelek rojên me pê re derbas dibin. Lê gelek kes hene li ser hişê çêkirî wêneyan çêdikin. Ev ji bo me ne tiştekî xweş e. Em hişê çêkirî bi rastî jî wekî xetereyekê dibîni







