Rêya Colemêrg û Wanê ya ji ber hezazê hatiye girtin, hêj jî bi temamî nehatiye vekirin. Niha bi sedan wesayît li herêma Yenî Kopruyê ya di navbera Colemêrg û Wanê de benda derbasbûnê ne.
Di 11ê nîsanê de ji ber barîna berf û barana zêde rêya Colemêrg û Wanê hatiye girtin û gelek deverên cuda jî aşût hatibûn xwarê. Rêya ji ber hezazê hatiye girtin, tevî 14 rojan jî hêj nehatiye vekirin. Rê, bi yek şerîdekê bi awayekî bikontrol ji hatin û çûyînê re tê vekirin û welatiyên Colemêrgê mexdûriyeteke mezin dijî.
Ev çend roj in gelek wesayît di rê de tên sekinandin û rêzeke mezin a wesayîtan çêdibe. Li herêma Yenî Kopruyê jî qereqol ji bo hatin û çûyînan hinekî sivik bike wesayîtan li Yenî Kopruyê didin rawestandin. Niha li herêmê bi sedan wesayît benda derbasbûnê ne û hêj jî alternatîfên hatin û çûyînê nehatine peydakirin.














