• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate vekirin

Amed / AW

25 NÎSAN 2026 - 19:21
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr, Berken Zer û Sîmyager li navçeya Sûrê ya Amedê hate vekirin. Ciwanan eleqeyek mezin nîşanê vekirina komaleya Amargiyê dan.

Komaleya Çand û Hunerê ya Amargiyê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr, Berken Zer û Sîmyager li navçeya Surê ya Amedê bi coş hate vekirin. Siyasetmedar, endamên saziyên sivîl, piraniya wan ciwan gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankartên ‘Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî serbikevin’ û ‘Em bi komînbûnê çanda xwe didin jiyandin’ hatin vekirin. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê û Çerxa Şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê govend hate gerandin bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘Jin jiyan azadî’ ‘Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’ hatin berzkirin. Bername bi kelecaniyê destpê kir. Metna ku bi du zimana hatibû nivîsandin, Kurmancî ji aliyê Başûr Gezîcî ve Tirkî jî aliyê Mûrat Sonmez ve hatin xwendin.

 ‘Armanca me avakirina pêşerojeke bitendurist e’

Başûr Gezîcî di destpêka axaftina de da zanîn ku ew bi armanca avakirina pêşerojeke bitendurist îro li vir civiyane û wiha got: “Berî her tiştî, pêwîst e em behsa hewcedariya avakirina vê qadê bikin. Ji bo ku em bikaribin gavên pêşerojê bavêjin, em neçar in ku çand û hunera xwe li ser bingeha hebûn û xwebûna xwe ava bikin. Wekî gelê Kurd, em ji gelek aliyan ve ji çanda xwe hatine dûrxistin û hişmendiya çandî ji me hatiye qutkirin. Her çend carinan xebatên çandî hebin jî, ew di çarçoveyeke teng de, di navbera çar dîwaran de asê dimînin; bi vî rengî dînamîzma xwe ji dest didin û ber bi tunebûnê ve diçin. Pergalên kapîtalîst, çand û hunerê wekî amûrekê bi kar tînin û wan veguherandine metayeke sermayeyê. Gelo ev veguherîna çand û hunerê çawa pêk hat? Bêguman ev yek, bi rêya çanda populer a ku di nava ciwanan de tê belavkirin pêk hatiye. Îro ciwan ne girêdayî çanda xwe ya xwemalî ne; berevajî, ew girêdayî çanda kapîtalîst in. Lêbelê armanca me ew e ku em hişmendiya xwe li ser bingeha rastiya çanda xwe ji nû ve ava bikin û bi vî rengî bingeha jiyaneke azad deynin. Pergal jî bi qasî me pê dizane ku tenê ciwan dikarin jiyaneke rast û azad ava bikin. Ji ber vê yekê, pergal hewl dide pêşiya ciwanan bigire. Jiyana azad tê wateya; xwebûn, exlaq, polîtîkbûn û sekneke xurt a li hemberî tecrîda pergala kapîtalîst.”

‘Bila ciwan tevlî xebatên me bibin’

Başûr Gezîcî di dawiya axaftina de destnîşan kir ku pergalên ku dizanin pêşketina tevgera ciwanan a bi hêz û berxwedêr dê zirarekê bide berjewendiyên wan û ji ber vê rê nadin ku ciwan bi xweserî di nava jiyanê de cih bigirin û wiha domand: “Bi rêya mekanîzmayên otokontrolê, ciwanan ji çand û jiyana rasteqîn dûr dixin. Armanca bingehîn a Amargiyê ew e ku wekî akademiyeke çand û hunerê bixebite û sînerjiya xwe li her qadê belav bike. Îro dema em dipirsin ka wê kî vê dînamîzmê biafirîne; bêguman bersiv tevgera ciwanan e. Di nava civakê de potansiyela herî çalak a ciwanan e. Di vê çarçoveyê de, Amargî daxwaz dike ku tevahiya gelê me ji bo xebatên çandî û hunerî derfetên pêwîst ji ciwanan re biafirînin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku beşdarî van xebatan bibin, hem ji bo xwe û hem jî ji bo civakê qadên nû yên jiyanê ava bikin û xwedî li van qadan derkevin.”

Piştî axaftinan hûnermend derketin ser dikê stranên xwe gotin û girse li ber stranan govend gerandin.

Etîket: AmedhateKomaleya Çand û Hunerê ya Amargiyêvekirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

Komxebata zarokan bi peyama ‘Gotina me, li gel gotina zarokan e’ dawî bû

18 GULAN 2026
Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

18 GULAN 2026
Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

Li gelek bajaran Cangoriyên Gulanê hatin bîranîn

18 GULAN 2026
Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

17 GULAN 2026
Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

Li Amedê şahiya zarok û ciwanan hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (512)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne