* Mamesteyê wêneyê yê BKMa Êlihê Ramazan Îlter û şagirta wî Havîn Alphan têkildarî xêzkirina wêneyan de anîn ziman ku ew sepana hişê çêkirî weke xetereyê dibînin û gotin: “Tişta ku bi hişê çêkirî bê avakirin ne pêkan e ku hestên bi dilê mirov derxe holê. Em hişê çêkirî gelek xetere dibînin.”
* Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê, bertekên gel ên li dijî projeya Santrala Jeotermal (JES) her ku diçe zêdetir dibin. Jinên ku li qada mîtîngê kom bûn, bi biryardarî diyar kirin ku ew ê destûrê nedin talankirina axa xwe û gotin: “Ev der keda me ye, em Kurdên çiyayî ne, em welatê xwe nafiroşin.”
* Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansekê li dar bixe. (09:00 – 17:00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Beyogluyê dê têkildarî çalakiyên 1ê Gulanê li Parka Yogurtcuyê Şahiya Karkeran li dar bixe. (15:00)
* Helbestvan û nivîskar Rênas Jiyan dê li Yenîsahne ya li Êlihê pirtûkên xwe îmze bike û gotûbêjekê li dar bixe. (15:00)
* Amedspor di hefteya 37emîn a Lîga 1emîn a TFFê de dê di sehaya xwe de bi Bodrûmsporê re were pêşberî hev. (16:00)
* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, dê di roja 4emîn de berdewam bike. (18:30)
* Komîsyonên “Ji Bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Dokûyê Edalet” dê bi dirûşmeya “Edaleta rastî, em ê peyde bikin” li pêşiya Opereya Sureyya a Kadikoyê daxuyanî bidin. (19:00)
* Fînala Tûrnûvaya Futbolê ya Ber bi Rojê Ve ya bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn, dê li Tesîsa Karadolap a navçeya Eyupê were lidarxistin. (20:00)












