Ji bo hevserokatiya Rêxistina DEM Partî ya Saruhanliya Manîsayê Leyla Tozan û Mehmet Nûrî Yaman hatin hilbijartin.
Kongereya Rêxistina DEM Partî ya Saruhanli ya Manîsayê li avahiya navçeyê bi awayeke girseyî hate lidarxistin. Hevserokên DEM Psrtî yên Manîsayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel û gelek nûnerên partî û saziyên sivîl tevlî kongreyê bûn.
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokên Navendê Kerem Taylan û Evîn Gunsel li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin.
Piştî axaftinan, ji bo hevserokatiya navçeyê hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Leyla Tozan û Mehmet Nurî Yaman wek, hevserok hatin hilbijartin. Hevserokan axaftinên kurt kirin û bal kişandin ser mezinkirina têkoşînê.
Kongre piştî gerandina govendê bi dawî bû.














