• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Yekitiya Ewropayê: Divê Nêrgiz Mihemedî bê berdan

    Aktivîsta mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    ‘Entegrasyono demokratîk rayîrê komelê demokratîk o’

    Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Yekitiya Ewropayê: Divê Nêrgiz Mihemedî bê berdan

    Aktivîsta mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    Hiqûqzan Muslum Dalar: Naskirina ziman dê di aştiya civakî de roleke girîng pêk bîne

    ‘Entegrasyono demokratîk rayîrê komelê demokratîk o’

    Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 27ê NÎSANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Azadiya fîzîkî ferz e’ derket

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

    Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş û daxuyanî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Navenda Nûçeyan / AW

27 NÎSAN 2026 - 09:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskar Şînasî Atabey, di gotara xwe ya ku ji bo rojnameya Yenî Yaşamê nivîsandiye de, kûrbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, têkoşîna hêzên hegemonîk a li Rojhilata Navîn û pozîsyona Kurdan a di vê serdemê de nirxand. Atabey destnîşan kir ku di dîrokê de cara yekemîn pêşiya Kurdan evqas vebûye, lê ji bo vê yekê hewcedarî bi vîneke pratîk-polîtîk û jiholêrakirina ‘kesayeta klasîk’ heye.

Nivîskar Şinasî Atabey, ji bo rojnameya Yenî Yaşamê gotarek nivîsand û analîzeke berfireh li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, nexşerêya hêzên hegemonîk a li Rojhilata Navîn û pozîsyona Kurdan a di vê serdemê de kir. Atabey bal kişand ser kûrbûna şerê di sala 2026’an de û destnîşan kir ku di dîrokê de yekem car pêşiya Kurdan evqas vebûye, lê ji bo vê yekê pêwîstî bi ‘aqilê stratejîk’ heye. Gotara Atabey wiha ye:

‘Şerê Cîhane yê Sêyemîn dijwartir dibe’

“Îsal bi hatina biharê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dijwartir bû. Jixwe diyar bû ku dê di sala 2026an de şer gav bi gav gurtir û dijwartir bibe. Li Rojhilata Navîn kengî şer kûr bibe, vê yekê di serî de li dijî Kurdan didin destpêkirin. Hêzên hegemonîk dema şerê hegemonyayê didin, ji bo ku tu geşedan di berjewendiya gelan de çênebin, dixwazin dînamîka herî xurt ango xeta Kurdê azad li gorî xwe lewaz bikin an jî di bin kontrolê de bihêlin. Tişta ku niha diqewime jî dîsa xistina rojevê ya polîtîkayeke bi vî rengî ye.

Di şerê hegemonyayê de statûkoya sedsalî perçe dibe

DYA şerekî mezin ê hegemonyayê dimeşîne. Dixwaze pêşî li hegemonyaya Çînê bigire. Li Ukraynayê pêşî li Rûsyayê girtin û bi salan e dihêlin ku Rûsya li wir mijûl bibe. Îran, navend û diyarkerê şerê hegemonyayê ye. DYA û Îsraîl dixwazin li Îranê pêşî li hegemonyaya Çînê bigirin û hegemonyaya DYAyê herî kêm ji bo 50 salên din garantî bikin. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe êriş dikin. Vê carê dibe ku Çîn û Rûsya, Îranê ji bo DYAyê bikin wekî Ukraynayê. Çawa ku DYA û YE bi salan e Rûsyayê di nava heriya Ukraynayê de digirin, Rûsya û Çîn jî dikarin piştgiriyê bidin Îranê û şer dirêj bikin. Mijareke din jî ev e ku li Rojhilata Navîn di şerê hegemonyayê de statukoya sedsalî perçe dibe. Ji bo gelan perçebûna statukoyê girîng e. DYA û Îsraîl ji bo avakirina hegemonyayeke mayînde statûkoyê perçe dikin.

Igilîstan dixwaze statûkoyê biparêze

Ingilîstan û hevalbendê wê yên wekî Tirkiye ên li Rojhilata Navîn dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Rolên wan ên li Sûriyeyê parçeyekî vê yekê ne. Lê çawa ku li Sûriyeyê negihiştin armancên xwe û Kurdan hêza xwe parast û bûn xwedî statû, bi heman awayî nikarin statûkoparêziya Îranê û hêzên din ên ku lingê herî girîng ê statûkoyê ne, li ser pêyan bihêlin. Perçebûna statûkoyê di her qonaxa xwe de rastiya Kurdan zêdetir derdixe holê.

Hêza şoreşê pêk bîne hêza cewherî û vîna azad e

Lê belê şênberbûna xeta azadiyê nikare bi perçebûna statûkoyê ve bê girêdan. Divê neyê jibîrkirin ku hêzên hegemonîk jî mîna hêzên statûkoparêz dijşoreşger in. Hêza ku wê şoreşa pozîtîf pêk bîne, hêza cewherî, vîna azad û hêza serbixwe ye. Mirov bi vê hêzê ji şelq û nakokiyan sûdê werdigire. Heke têkiliyên nû werin pêşxistin jî ev ne bi awayekî girêdayî, lê bi hêza cewherî û vîna azad tê pêşxistin. Wekî din an hêzên hegemonîk an jî hêzên statûkoparêz dikarin şoreşê bidizin. Ji ber vê yekê divê xeta Kurdê azad gelekî baldar be. Ji bo Kurdan xala veçerxê ya dîrokî derbasdar e. Hem rîsk hem jî derfetên wê hene.

Xeta Kurdê azad naverok û dînamîk qezenç kiriye

Xeta Kurdê azad nîv sedsal e bi vîna azad û hêza cewherî; naverok, nîtelîk, xet û dînamîk qezenç kiriye. Vê xetê di dema ku statûkoya Rojhilata Navîn perçe dibe de, derfeta derketina dîrokî bi dest xistiye. Ji ber ku ev derfeteke xwe dispêre Kurmanciyê, nirxê wê zêdetir e. Xwedî taybetmendiya Civak/Neteweya Demokratîk e. Ne herêmî ye, bi modernîteya xwe ve enternasyonal e. Ji bilî Kurdan, hemû kesên hatine çewsandin û rastî zilmê hatine, di nav xwe de dihewîne.

Êdî bi înkarkirina Kurdan rê nayê meşandin

Li Rojhilata Navîn înkara Kurdan hîn jî wekî polîtîkayekê tê domandin. Derbaskirina zihniyeta înkarê ya sedsalî ne hêsan e. Hêza statûkoparêz a ku xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye, dibîne ku eger Kurd hebûna xwe ya azad bi dest bixin, dê dawiya wê jî were. Lê belê bi têrkerî derketiye holê ku êdî bi înkara Kurdan gav nayê avêtin. Li aliyê din Kurd nayên tepisandin jî. Dînamîka Kurdan ava bûye; bi tepisandin û tunekirinê encam nayê girtin. Di vê xalê de ya girîng ne ew e ku kî çi dike, ya girîng ew e ku dê dînamîka Kurdan çi bike. Divê bi dersderxistina ji ezmûnên mezin ên dîrokî, têkoşîna hebûn-azadiyê bê dayîn.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê xelet tê nirxandin

Di vê mijarê de divê ev yek jî bê diyarkirin ku ezmûn û nîqaşên li Rojava di du aliyên ji hev cuda de tên destgirtin. Aliyek wekî ku tu tişt nebûye dinirxîne, aliyê din jî wisa nêzîk dibe wekî ku her tişt ji dest çûye. Lê belê her du nêzîkatî jî xelet in. Yekemîn; li wir di vîna azad, hêza cewherî û xeta serbixwe de hin xitimandin çêbûne. Di demekê de ku zêde girêdanbûnek bi hêzên hegemonîk re çêbûye, bi salan ji têkiliyên taktîkî razîbûne û wisa jiyane. Duyemîn; di rastiya Kurdan de yekem car xwe bi xwe birêvebirin û parastina hêza xwe derketiye holê. Tenê divê mirov bi vê yekê qayîl nebe. Bêyî ku mirov zêde mezin bike, bi zanebûna kûrahiya înkara Kurdan û zanîna nirxê rewşa heyî, divê hişmendiya neteweya demokratîk ji sînorên Kurdên rêxistinkirî derbas bibe. Wekî din eger bi dehan salan di nava sînorên herêmî de asê bimîne, wê demê riziyan neçar dibe. Divê neyê jibîrkirin ku li Rojhilata Navîn çareserî bi asêbûna di nava sînorên herêmî de pêş nakeve. Bi neteweya demokratîk û azadiya jinê dikare bi siyaseta demokratîk xwe bigihîne hemû gelan.

Divê li hemberî serokatiya sazûmanî em xwe binirxînin

Şoreşger ew kes in ku di bin her şert û mercî de dizanin dê çi bikin û çawa bikin. Tevî ku di xeta Kurdê azad de asteke bi vî rengî hebe jî, hîn jî mirov nikare bibêje ku ev rewş bi temamî pêk hatiye. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku di nava serokatiya sazûmanî ya pêkhatî de, mirov nikare Kurdayetiya klasîk bihelîne. Rêbertiyê bi xwe jî kesayeta xwe di nava rastiya serokatiya sazûmanî de helandiye. Ya ku li cem me pêk tê jî, helandina serokatiya sazûmanî ya di nava kesayeta Kurd a klasîk de ye. Di rastiyê de pêvajoya nîv sedsalî bi têrkerî nîşan daye ku kesayeta Kurd a klasîk di şexsê Rêbertiyê de çawa hatiye helandin. Bi cildan pirtûk hatine nivîsandin û parvekirin. Lê hîn jî di vê mijarê de, di xwe de israr kirin heye.

Kesayeta demokratîk nebe dibe despot

Rêbertî ji bo vê dibêje, “Kesayetên despotîk-dîkta, rastiya serokatiyê di nava kesayetên xwe de dihelînin”. Eşkere ye ku bingeha vê yekê ferdparêzî ye. Kesayeta ku nikare kolektîf bibe, dibe kesayetek despotîk-dîkta. Li hemberî vê rastiyê divê em her kêlî li pêşiya serokatiya sazûmanî xwe lêpirsîn bikin. Divê em bipîvin bê ka me dersa xwe derbas kiriye an na. Hîn jî israra nehatina vê astê heye. Bi vê israrê em tiştên pîroz di nava kêmkurtiya xwe de dihelînin, kesayetên egoîst û evîndarên xwe ne, tevî ku ew vekirî ne jî em vê yekê vedişêrin û em nikarin bi wêrekî îtîraz bikin. Bi vî halê xwe em an dibin bawermendekî baş ê terîqetekê an jî dibin despotên biçûk. Em nikarin bibin kesayetên komunalîst ên demokratîk. Em rastiya serokatiya sazûmanî serûbin dikin. Bencîltiya herî mezin ev e û ev yek dide windakirin. Em rastiya Rêbertiyê li gorî xwe dinirxînin û serûbin fêm dikin.

Em nikarin bibin kesên mutewazî û dilnizm

Em nasname û kesayeta sazûmanî di xwe de diqedînin. Em nikarin bibin kesên mutewazî û dilnizm. Ji ber vê sedemê afirandina rastiya serokatiya sazûmanî û avabûna me, bi temamî dijberî hevdû ne. Sedema ku di şexsê me de kesayetên komînal, demokratîk û kolektîf ava nabin ev e. Êdî divê em bi rexne-xwerexneyeke rast, serokatiya sazûmanî pêk bînin. Divê em karibin mîna ronahiyê zana, mîna zanyarekî hînkar-fêrker, balkêş û îlhamder bin. Divê em xeletiyan derbas bikin. Vê carê divê em veguherîna cewher-formê pêk bînin. Kesayeta din îflas kiriye, qediyaye. Heke em bi wê re berdewam bikin wê îflas bike û me jî biqedîne. Divê em hunermendî, kesayet, ronahî û bedewiya rastiya Rêbertiyê, herî girîng afirîneriya ku kombûna van hemûyan e, bidin nîşandan, bijîn û bidin jiyîn. Êdî divê em xwe nespêrin hincetan. Qîmeta hincetan nîne. Serdem, serdema dayîna heqê her tiştî ye.

Windakirin wekî qederê tê dîtin

Yek ji mijarên ku herî zêde Rêbertiyê hêrs dike jî ew e ku em bi rol û mîsyona wî nizanin. Nezanîna rola wî ya dîrokî, bi xirabî daye windakirin û hîn jî dide windakirin. Wekî ku windakirin çarenûs be em pê razî dibin. Ya balkêş ew e ku em dixwazin bi Rêbertiyê jî bidin windakirin. Rewşeke razîbûna bi windakirineke kûr heye. Lê Rêbertiyê ev windakirina di dîrok û kesayeta Kurdan de, veguherandiye evîneke kûr a serkeftinê. Ev zehmet e, lê belê ev yeka han çarenûsa kor û windabûnê ji holê radike.

Kesên gotin û pratîka wan cuda nabe, rêzdar nabe

Aliyekî din ê balkêş jî ew e ku rewşeke mezin a zanebûnê pêşketiye. Li aliyê din mirov matmayî dimîne. Evqas zanebûn, hêza analîzê û tespît hene, lê çima li ser pratîk û polîtîkayê reng nade? Hîn jî em di pratîk û polîtîkayê de baş sernakevin. Di rastiyê de ev yek bi rewşa rêzgirtina li xwe re têkildar e. Rêzgirtin ew e ku gotin, cewher û pratîk bibin yek. Yê ku gotina wî cuda û pratîka wî cuda be, gelo rêzê li xwe digire? Dikare bi rûmet û rêzdar be? Madem evqas hişmendî heye, çima avakirin û înşayeke li gorî wê tune ye? Wê demê mirov dikare vê bibêje: Bi rastî hişmendiya ku hatiye pêşxistin nayê xwemalîkirin û nabe kesayet. Bi dubarekirina mîmetîk re kesayeta klasîk a ku ji xwe direve tê veşartin û sergirtin. Heke zanebûn û gotina heyî nebe pratîk, wê demê li holê durûtiyeke mezin heye. Kesayeta klasîk bi vî rengî tê domandin. Kesayeta klasîk maskeya pirzaniyê daye ber xwe û wekî ku ji nû ve zindî bûye.

Ji mirovê dîl û têkçûyî avaker dernakeve

Ev kesayeta klasîk a Kurd e ku nikare bi xwe re têkoşînê bimeşîne. Ev kesayeta ku nikare di nava xwe de têkoşînê bike, nikare di xwe de Kurdê azad biafirîne. Kurdê azad di serî de Kurdê li dijî xwe têkoşînê dimeşîne ye. Yê ku nikaribe li hemberî xwe têkoşînê bike, li hemberî derve jî nikare têkoşînê bimeşîne. Yê ku nikaribe xwe ava bike, nikare civakê ava bike. Ev kesayet bûye wekî girêka kor. Dîl e, têk çûye. Ji mirovê dîl û têkçûyî, avaker dernakeve. Avaker, kesayeta azad û serkeftî ye. Ji bo ku gotin, cewher û pratîk bibin yek, her tişt hatiye pêşkêşkirin. Gelo çawa mirov dibe xwedî kesayeteke bi rûmet, çawa mirov dibe mirovekî rêzdar? Bersiva van hemûyan hatiye dayîn. Bi têrkerî hatiye nîşandan ku xwenaskirin tê wateya afirandinê û ev yek jî girêdayî kesayeta xwedî nasnameya etîk û polîtîk e. Kesê ku bixwaze bibe kesekî bi rûmet û rêzdar, hewcedariya vê bi cih tîne. Divê Kurd di înkarkirina xwe de sûcê xwe bibînin. Ji ber ku Kurd ji xwe direve. Dibe ku giran be lê belê ew rêzê li xwe nagire. Kesê ku ji xwe direve û rêzê li xwe nagire, tu kes wî qebûl nake û rêzê lê nagire. Ji ber ku ev Kurd di dil de nehate qebûlkirin, avakirina Kurdê Azad dest pê kir. Ji ber vê yekê ji vê avakirinê re hat gotin Kurdê rêzdar, ê ku rêzê li xwe digire û ji xwe nareve. Têkoşîna rûmet, hebûn û nasnameyê ev e bixwe.

Di dîrokê de cara yekemîn e ku pêşiya Kurdan vebûye

Hêzên hegemon û statûkoparêz dixwazin ji bo sedsalên pêşiya me jî bi Kurdan bidin windakirin. Lê şansê Kurdê azad li hemberî hêzên hegemon û statûkoparêz bilind e. Li seranserê Rojhilata Navîn rêya sêyemîn vekiriye. Jiyaneke azad a ku xwe dispêre hêzên derve û statûkoparêziyê, nayê jiyîn. Êdî dînamîka azad a Kurdan heye. Stratejiya Kurd a demokratîk a ku xwe dispêre vê yekê hatiye pêşxistin. Realîst e ku mirov ji bo Kurdan ji vê re bibêje serdema aqilê stratejîk. Ji bo Kurdan serdemeke bi vî rengî dest pê kiriye. Di dîrokê de cara yekemîn e ku pêşiya Kurdan vebûye. Hemû mesele di pratîk û polîtîkayê de bi bingeheke afirîner nirxandina vê yekê ye. Dînamîkeke hilberîner hatiye afirandin. Çawa ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Rûsya, di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şoreşên Çîn û Vîetnamê pêş ketin, di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî Şoreşa Netewe/Civaka Demokratîk a Kurd pêk tê. Şoreşên din netewe-dewletparêz bûn û bi modernîteya kapîtalîst re bûn yek. Lê belê Şoreşa Kurd li dijî netewe-dewletê ye. Ji ber vê yekê hêzên hegemon û statûkoparêz bi hemû hêza xwe hewl didin pêşî lê bigirin. Lê eger pêdiviyên aqilê stratejîk ê Kurdan di pratîk û polîtîkayê de bi cih bên, tu hêz nikare pêşî lê bigire. Yekane astengî em bi xwe ne. Ji ber vê yekê divê em bibin îradeya pratîk-polîtîk û bibin hêza cewherî. Wekî din, ev kesayetên me yên heyî wê vê qonaxa dîrokî bi me bidin windakirin.

 

Etîket: Abdullah OcalanAqilê KurdRojhilata NavînŞerê Cîhanê yê SêyemînŞînasî Atabey
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

26 NÎSAN 2026
Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

25 NÎSAN 2026
Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

24 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

22 NÎSAN 2026
Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

22 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    Tayîp Temel: Em li bendê ne ku pêşnûmeyên zagonan bên parvekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin ruhê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zekî Bayhan piştî dermankirinê vegeriya Gîrtîgeha Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sumeyye Boz: Li Kurdistanê talana xwezayê bi polîtîkayên ‘ewlehiyê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser yekîtiya neteweyî peyamên dîrokî dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (944)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne