Jina kurd Dr. Ronay Bakan ji bo teza xwe ya doktorayê ya li ser polîtîkayên guhertina demografîk li Bakurê Kurdistanê û bikaranîna erd û mîrata çandî li dijî nasnameya Kurd, du xelat wergirt.
Lêkolîner û akademîsyana kurd Dr. Ronay Bakan a ji Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê mezûn bûye, ji bo teza xwe ya doktorayê ya li ser polîtîkayên guhertina demokrafîk a li Bakurê Kurdistanê û bikaranîna erd û mîrateya çandî li dijî nasnameya kurd, du xelatên akademîk ên girîng wergirt. Xelat ji hêla Komeleya Zanistên Siyasî ya Amerîkî (APSA) ve hat dayîn.
Xelatên ku Dr. Ronay Bakan wergirtine ev in:
*Xelata Teza Doktorayê ya Herî Baş: Her sal ji aliyê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENA) ve tenê ji bo xebata herî berbiçav tê dayîn. Xelata Nasîna
*Taybet ji bo Lêkolîna Meydanê ya Herî Baş: Ji aliyê beşa Demokrasî û Otokrasiyê ya Komeleyê ve ji bo wêrekiya wê di berhevkirina daneyan de li herêmên dijwar tê dayîn.
Panela juriyê xebata Dr. Ronay wiha nirxand: “Ev xebat yek ji mînakên herî bilind di nav lêkolînên li ser Rojhilata Navîn de ye û perspektîfek bi tevahî nû û orîjînal pêşkêş dike.”
Dr. Ronay Bakan niha wekî lêkolînerek postdoktorayê li Enstîtuya Zanîngeha Ewropî dixebite. Wekî gava wê ya din, wê biryar daye ku li Zanîngeha Fordham a bi prestîj a Amerîkayê wekî profesorek alîkar dest bi kar bike.







