Malbata çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ragihand ku rewşa tenduristiya Nêrgizê nebaş e û rayedarên rejîma Îranê rê nadin Nêrgizê bê dermankirin, lewma jiyana wê di metirsiyê de ye.
Malbata Nêrgiz Mihemedî derbarê serdana xwe ya dawî û rewşa tenduristiya wê de, agahî dan rêxistinên mafên mirovan. Li gorî daxuyaniya malbatê, tevî ku dixtorên girtîgeha Zencanê bi fermî ragihandine ku rewşa Nêrgizê ya tenduristiyê nebaş e û pêdiviya wê bi çavdêriya dixtoran ya bilez heye, lê Serdozgeriya Tehranê bi awayekî neqanûnî rê li ber derketina wê ya ji bo nexweşxaneyê digire.
Malbatê diyar kir ku Nêrgiz Mihemedî bi êşên giran ên sing, serêş û kêmkirina kîloyan bi awayekî neasayî û tengenefesiyê re rû bi rû ye. Malbatê daxwaz kir ku demildest Nêrgiz bo navendeke bijîşkî ya pispor were veguhestin û hişyarî dan ku berdewamiya vê rewşê jiyana wê dixe metirsiyeke mezin de.
Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemedî wekî yek ji parêzvanên herî navdar ên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê naskirin. Di sala 2023yan de ji ber têkoşîna wê ya li dijî cezayê darvekirinê û parastina mafên jinan, Xelata Nobela Aştiyê hatibû dayîn.
Nêrgiz Mihemedî di meha Çileya 2024an de piştî neştergeriya weremê, ji ber sedemên tenduristiyê bi awayekî demkî hatibû berdan, lê di meha Çileya 2025an de careke din hat girtin û şandin zindanê.
Hêjayî gotinê ye ku dadgeha Îranê bi tometa “rêxistinbûn û plankirin” 6 sal cezayê girtîgehê li Nêrgiz biriye. Her wiha bi tometa “belavkirina nûçeyên derew” salek û nîv ceza û 2 sal qedexeya derketina derveyî welat li ser hatiye ferzkirin.













