Şirnex – Dengbêj û mamosteyê zimanê Kurdî Muhyedîn Dûymak ku ji zarokatiya xwe heya niha stranên dengbêjiyê kom dike, bang li çapxaneyên Kurdî kir 425 stranên dengbêjiyê yên ber bi windabûnê ve diçin bikin pirtûk.
Di dîroka mirovahiyê de beriya ku nivîs were dîtin mirateyên mirovahiyê yên ziman û çandî bi devkî radestî nifşên nû dihat kirin. Piştî ku nivîs derket gel û neteweyên cîhanê mirateyên welatê xwe yên çandî bi nivîsê nemir kirin. Her çiqas dereng jî be gelê Kurd îro ziman û çanda xwe bi awayê nivîsandinê ji bo nifşên pêşerojê wek mîrate dihêle û bi vî awayî parastina nirxên di hezaran salan de ava bûne diparêze.
Xebatên berbiçav ên bi nav û deng hebin jî di aliyê dengbêjiya Kurdan û tomarkirina qeydên stranan de qelsiyek heye ku ev stran hêdî hêdî ji holê radibin, winda dibin. Bi hezaran stranên dengbêjiyê, çirok û serpêhatî heya roja me ya îro hatin û li dijî tunebûnê li ber xwe dan.
Muhyedîn Dûymak ji gundê Deşta Lala ye û gundê wî di sala 1992an ji aliyê Tirkiyeyê ve hat valakirin. Dema ku Muhyedîn Dûymak li gund dijiya, tev li gelek şevbihêrkên dengbêjiyê bû û niha jî dengbêjiyê dike. Piştî gundê wan hat valakirin ew berê xwe da Cizîrê û jiyana xwe li vir berdewam dike.
Ji gundê xwe koçber bû lê dev ji xebata xwe berdena
Mûhyedîn Dûymak dema li gund bû û piştî koçî Cizîrê kir jî stranên dengbêjiyê berhev kir. Lê ji ber ku xwendin û nivîsandina Kurdî nedizanî ev yek ji bo berhevkirinê dibû astengek mezin. Muhyedîn Dûymak di sala 2009an de ji bo karibe stranên ji ber kirine derbasî ser kaxizê bike dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî kir û bi vê re sînordar namîne dibe mamosteyê zimanê Kurdî jî. Îro hem dengbêjiyê dike û berhevkariya wê dike hem jî mamostetiya zimanê Kurdî ye û zarokên dike.
Xwendin û bikaranîna kompîtirê fêr bû
Muhyedîn Dûymak diyar kir ku dema ew karê berhevkirinê dikir, rastî gelek astengiyan hatiye û wiha behsa wan deman kir: “Rastî min gelek êş û jan kişandin. Ji ber wê yekê di sala 2009an de min bi ciwanan re dest bi perwerdeya Kurdî kir û piştre ez fêrî bikaranîna kompîtirê bûm. Min ev hemû ji bo karê berhevkirina stranên dengbêjiyê kir.”
Muhyedîn Dûymak destnîşan kir ku wî heya niha di gelek beşên dengbêjiyê de sedan stran berhev kirine û derbarê xebatên xwe de wiha got: “Gelek miqamên dengbêjiyê hene û heya niha min 425 stran kom kirin û derbasî kompîtirê kirin. Lê gelek stran jî hene ku min hêj sererast nekirine.”
Berê me 3 şev û roj stran digotin û dîlan digirt
Muhyedîn Dûymak da zanîn ku gelek stranên dengbêjiyê li ber windabûnê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piranî ez stranên ku êdî nayên gotin kom dikim. Berê di şahiyan de, di şînan de gelek stran dihatin gotin lê îro kêm bûne. Demên berê dema dawet çêdibûn 3 roj û şev me bi dengbêjiyê dikir, dîlan digirt, niha di dawetan de ji bilî çend stranan nayên gotin. Ji ber wê jî dîlan gelekî qesl derbas dibin. Stranên tên gotin jî nîvco tên gotin, gelek hunermend stranên dengbêjiyê di dîlanan de nîvco dihêlin, ji ber ku ew qasî dizanin.”
17 sal in stranên kom dike lê nikare bide çapkirin
Muhyedîn Dûymak bi lêv kir ku tu kes an jî sazî bi awayek rêk û pêk li dengbêj û dengbêjiyê xwedî dernakeve û wiha pêde çû: “Mixabin qedrê dengbêj û dengbêjiyê baş nayê zanîn û tu kes lê xwedî dernakeve. Vaye 17 sal in ez vî karî dikim lê min heya niha nekariya li gor dilê xwe van stranan weke pirtûk bidim çapkirin. Ger heya niha min nekarîbe bi awayek dilrehet vê xebatê bidim çapkirin, ev jî cihê xalepirsê ye. Bi vê xebatê armanca min ew e ku di aliyê dengbêjiyê de çavkaniyek hebe.”
Derfet hebin dê ji çar parçeyên Kurdistanê kom bikim
Muhyedîn Dûymak got ku wî heya niha li Herêma Botanê stranên dengbêjiyê kom kirine û ev gotin li axaftina xwe zêde kirin: “Dil dixwest li hemû deverên Kurdistanê bigerim û stranên dengbêjiyê kom bikim lê bi derfetên xwe min tenê li Herêma Botanê ev xebat meşand. Derfet hebin ez dixwazim li her çar parçeyên Kurdistanê bigerim û karî berfirehtir bikim.”
Bila hemû ciwanên Kurd li dengbêjiyê xwedî derkevin
Muhtedîn Dûymak herî dawî bang li ciwanên ku bi dengbêjiyê re eleqedar dibin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rastî ev banga min tenê ne ji bo ciwanên eleqeyê didin dengbêjiyê ye. Ez bang li her ciwanek Kurd dikim ku li dengbêjiyê xwedî derkevin û dema eleqedar bûn jî biçin saziyên çand û hunerê, fêrî her cure miqamên dengbêjiyê bibin.”














