Wan – Karkerên ku tev li mitînga 1ê Gulanê ya Cejna Karkeran bûn, bal kişandin ser giringiya rojê û xwestin aborî ne ji bo şer, ji bo karkeran bê xerckirin.
Li Wanê 1ê Gulanê Cejna Karkeran bi tevlibûna hezaran hat pîrozkirin. Karker, kedkar, siysetmedar, endam û nûnerên saziyên sivîl û welatiyan bi girseyeke bi heybet meşiyan û li Qada Bajêr bi sloganan daxwaza maf, edalet û aştiyê kirin.
Karkerên ku tev li çalakiyê bûn ji bo ajansa me axivîn û şertên xwe yên kar û pirsgirêkên aborî anîn ziman. Karkeran bal kişandin ser girîngiya 1ê Gulanê û gotin: “Em hêvî dikin ku 1ê Gulanê ji aliyê aştiyê û aboriyeke baştir ve ji bo me bibe rojeke erênî. Mixabin karker di vî welatî de bi gelek pisgirêkan re rûbirû dimînin û heqdestê xwe nastînin. Em hemû jî dizanin ku pirsgirêka herî mezin ev rewşa şer e. Ew aboriya ji bo şer tê xerckirin bila bidin karkeran.”














