Şaredariyên DEM Partiyê yên Wanê “Mihrîcana Keda Jina Hilberî” ku dê 3 rojan bidome, ragihand. Mihrîcan dê sibê li Qada Bajêr a Rêya Armûşê dest pê bike.
Şaredariyên DEM Partiyê yên Wanê, li Qada bajar a navçeya Rêya Armûşê têkildarî “Mihrîcana Ked û Jina Hilberî” ku dê sibê dest pê bike û 3 rojan bidome, daxuyaniyek dan. Şaredariyan gel vexwend mihrîcana ku dê bi çalakiyên cur bi cur pêk bê û diyar kir ku armanca wan derxistina pêş a keda jinê ye. Tevî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê, hevşaredarên jin ên DEM Partiyê yên Wanê û endamên meclîsên şareradiyan tev li daxuyaniyê bûn.
Mihrîcana keda jinê dê sibê dest pê bike
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser hişmendiya baviksalar. Neslîhan Şedal diyar kir ku hezaran salan beriya niha bi destê hişmendiya baviksalar jin bi nirx, ked û destkeftiyên xwe ve hatine binpêkirin û keda wan hatiye windakirin. Neslîhan Şedal wiha berdewam kir: “Em jî îro ji bo xwedîderketina li destkeftî û keda jinê li qadan xwe rêxistin dikin. Di heman demê de, di qada rêveberiyên xwecihî de jî bi pêşengiya jinê û bi têkoşînekî mezin xwedî li keda jinê tê derketin. Di çarçoveya kar û xebatên me de, sibê mihrîcana xwedîderketina li keda jinê û çanda ku bi pêşengiya jinê hatiye afirandin, dest pê dike. Em ê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê, bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan û di bin banê Meclîsa Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin de mihrîcana xwe ya ked û çanda jinê sibê bidin destpêkirin. Di nava sê rojan de, yanî di 12, 13 û 14ê hezîranê de di navbera saet 11:00 û 18:00an de, li vê qadê keda jinê dê bibe civakî û bibe jiyanî.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.














