Li Stenbolê li dijî kuştina jinan ji Tunela Şîşhaneyê heta Emînonuyê zincîra mirovan pêk anî û daxuyanî da. DI daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jin em ê dengê hev bilind bikin. Navê Gulistan jî, Rojîn jî û Îlayda jî ji bîr nakin, ji ber ku em dizanin bîranîn jiyandin e.”
Li Stenbolê gelek endamên “Jin bi hev re hêz in” li Tunela Şîşhaneyê heta Emînonuyê zincîra mirovan pêk anî. Piştî jin gihîştin Emînonuyê daxuyanî hate dayîn. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel û gelek jin tev li çalakiyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê endama “Jin bi hev re hêz in” Evrîm Gurenîn ve hate xwendin. Evrîm Gurenîn diyar kir ku di ji bo Gulîstan Doku paşê jî tevahî jinên ku hatine kuştin li vir kom bûn û wiha axivî: “Berî 6 sala xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku li Dêrsimê hate windakirin. Ev 6 sal e dibêjin Gulistan li ku ye? Delîl hatin reşkirin, sûcdar hatin veşartin. Parlamentera AKPê ya wê demê Oya Eronat li Meclîsê got ‘xwekuştinên evînê em ê li Meclisê neaxivin?’ Ev gotin tundiya meran rewa dike. Lê duh jî em bêdeng neman îro jî em bêdeng namînin. Em ê nehêlin navê Gulistan were jibîrkirin.”
‘Em ê dengê hev bilind bikin’
Evrîm Gurenîn anî ziman ku wan di her çalakiyên xwe de navê jinên hatine kuştin qîr kirine û ev tişt got: “Me dengê jinan li qadan bilind kir. Em dîsa dipirsin çi bi serê Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz, Îlayda Zorlu, Yeldana Kahraman, Esma Kiliçarslan, Nadira Kadirova, Feleknaz Keskîn, Narîn Guran, Rabîa Naz, Hande Kader û Ejegul Ovezova hat? Divê çend jin bên windakirin? Em dizanin ku reşkirina delîlan tenê di doza Gulistan Doku de pêk nehatiye. Em jin em ê dengê hev bilind bikin. Navê Gulistan jî, Rojîn jî û Îlayda jî ji bîr nakin, ji ber ku em dizanin bîranîn wan dide jiyandin. Em dizanin ku bîranîn têkoşîn e. Heta ku heqîqet derkeve holê, kuijer hesab bidin pirsên me berdewam bike û em ê dengê hev bilind bikin.”














