Amed – Amedsporê piştî maça xwe ya duh bi Igdirsporê re lîstiye çû Super Lîgê. Alîgirên Amedsporê yên piştî vê yekê li seranserê bajêr pîrozbahî li dar xistine gotin: “Em bi berxwedan û sebrê hatin vê encamê.”
Tîma Amedsporê di maça duh li Iğdırsporê bi avantaja averajê lîstiye bi encama 3-3 wekî hev man û bidestxistina 1 puanê çû Super Lîgê. Bi fîqa dawî ya maçê re, ne tenê li qada Îdirê, li her kolanekî Amedê û gelek navendên Kurdistan, Tirkiye û welatên derve alîgirên Amedsporê daketin kolanan û bi coşeke bêhempa pîrozbahî li dar xistin.
Alîgirên Amedsporê yên tevlî pîrozbahiyan bûne axivîn û diyar kirin ku ev serkeftin bi encama berxwedan û sebra salan hatiye bidestxistin û dan zanîn ku îro ev werzîş veguheriye serkeftineke civakî.












