Amedspor ragihand ku wan heya sezona 2027/2028an bi dîrektorê teknîk bi Besnîk Hasî re peyman îmze kiriye.
Amedspor ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ragihand ku wan heya sezona 2027/2028an bi dîrektorê teknîk ê xwedî tecrube Besnîk Hasî re peyman îmze kiriye û wiha got: “Em dibêjin Dîrektorê xwe yê Teknîkê Besnîk Hasî tu bi xêr hatî malbata Amedsporê, di erka te de serkeftinê dixwazin.
Derbarê Besnîk Hasî de
Besnîk Hasî (54) di 25ê Kanûna 1971an li Gjakova ya Arnavutê hate dinê, di sala 1988an de di tîma Liria Prizrenê dest bi futbolê kir û di sala 2008an de jî futbolê berda. Besnîk Hasî di sala 2008an de di tîma Anderletchtê bû antrenorê alîkar, di sala 2014an jî bû dîrektorê teknîkî yê heman tîmê.













