Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta “Bi Siyaseta Mijûlkirinê Pêvajo Nameşe” derket.
Hejmara 17emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Bi Siyaseta Mijûlkirinê Pêvajo Nameşe” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên mijûlkirina Kurdan, nirxandina Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan ên der barê pevajoyê û nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî pêvajoyê.
Rojnameyê di rûpela jinê de cih da gotara Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê “Ji bo pêkanîna yekîtiyê”, gotara Adar Gulan a bi sernavê “Têkoşîna ji bo muzakereyan didome”, Gotara Ramazan Olçen a bi sernavê “Stratejiya Mijûlkirinê”, Gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Nirxandina li Pêvajoya Aştiyê” û gotarên li ser girîngiya yekîtiyê.













