Hejmara 22yemîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Komar wiha nameşe” derket.
Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê xebat û amadekariyên der barê “Konferansa Veguhertina Demokratîk a Komarê” ku di dê 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê pêk bê derxist pêş û sernavê “Komar wiha nameşe” lê kir. Rojnameyê dîsa cih da gotara nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Tom Barack û stratejiya tasfiyekirinê”, gotara Bêrîvan Înatçi ya bi sernavê “Ne dîl ne jî azad: Bender Feylî”, gotara nivîskar Ramazan Olçen a bi sernavê “Gera li dora meseleyê”, gotara nivîskar Gelawêj ewrîn a bi sernavê “Hawara dawî ya Komara Îslamî”, nivîskar Lêl Amed bi sernavê “Komelo demokratîk çare yo” û nivîsa serdil Akdag a bi sernavê “Nedayîna Nafakayê jiyana jinan dike xetereyê” derxist rûpela manşetê.













