Duh bi şev komeke nijadperest êrişî pîrozbahiya şampiyontiya Amedsporê kirin. Bi êrişê re aligîrên Amedsporê jî bersiv da. Polîsan îro di ser gelek malan de girtin û aligirên Amedsporê binçav kirin.
Bi derketina Super Lîgê ya Amedsporê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û gelek navendên cîhanê pîrozbahî hatin lidarxistin. Duh bi şev Stenbolê jî alîgirên Amedsporê li hev civiyan û serkeftina Amedsporê pîroz kirin. Komeke nijadperest duh bi şev êrişî pîrozbahiyên Amedsporê kirin û bi vê yekê re alîgirên Amedsporê jî bersiv dan êrişan.
Polîsan îro danê sibehê avêt li ser gelek malan û aligîrên Amedsporê binçav kir.
Derbarê hejmar û navên binçavkiriyan de tu agahî nehatin bidestxistin.













