Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera fesixkirina PKKê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bên avêtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin.
Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKKê de li ser rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Sozdar Avesta beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Piştî daxuyaniyê bersiva pirsên rojnamegeran ên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rojevê hatin dayîn. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Sozdar Avesta, Tirkiya wê jî ji aliyê Mustafa Karasu ve hate xwendin.
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî ya ku di civîna çapemeniyê de hate eşkerekirin bi vî rengî ye:
“Em vê civîna xwe di salvegera yekemîn a Kongreya 12emîn a PKKê de lidar dixin ku di navbera 5-7ê Gulanê de pêk hat. Li ser biryara me ya fesixkirina PKKê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Di nava salekê de çi qewimîn, em dixwazin binirxînin. Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiyê çi kir, dewleta Tirk çi kir? Em ê hewil bidin bersiva pirsên ku raya giştî bidin ku meraq dikin.
Tevgera me li gorî banga Rêberê me bêteredut tevgeriya
Rêber Apo di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de şert û mercên ku PKKê pêşxistine û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine pêş ji PKKê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.
Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku ew ê PKK li gorî vê tevnegere. PKK ya ku weke tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK ya ku li ser xeta Rêbertî têdikoşe û bi pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKKe bê teredût banga Rêbertî xiste pratîkê; di vê çarçoveyê de biryara fesixkirina PKKê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û weke sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.
Rêber Apo bersiva erênî da banga Bahçelî
Rêber Apo ji 1993yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kir, ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê bi pêş xistiye, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediyê çareseriyeke polîtîk nebû ev hewildan bê encam man. Serokê Giştî yê MHPê û şirîkê desthilata heyî Devlet Bahçelî 22yê Cotmeha 2024an de bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê bi pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.
Ji bo pêşî li çareseriyê bê vekirin gavên gelekî mezin hatin avêtin
Tevgera me ya Azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike biryarên wisa pir radîkal ên weke fesixkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girt. Tenê gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, 11ê Tîrmeha 2025an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate ispatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Ji xwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got, diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.
Me hêzên xwe yên çekdar ber bi derveyî sînor ve vekişand
Weke Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Herêmên Parastinê yên Medyayê hin mewziyên xwe jî ji ber şerekî gengaz vala kirin. Dîsa sala 2017an me hin rêveberên MÎTê yên dîl girtibûn, me ev kes jî teslîm kir.
Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî avêt, ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin çêbûn û hin şehîdên me yên li Herêmên Parastina Medya hatin girtin. Derveyî van mijaran, heya niha wisa gaveke cudatir nehatiye avêtin.
Dema me gavên erênî diavêt, hin berdevkên destilatê daxuyaniyên neyînî didan
Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.
Rapora komîsyona Meclîsê hîn neketiye pratîkê
Komîsyona ku li meclîsê ava bû, me erênî dît. Lê belê pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj ajot û raya giştî baş nehate amadekirin. Li gel ku muxatabê esasî Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi rêbertiya me re tenê carekê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê belê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.
Divê Rêberê Apo bi rengekî fermî muxatab bê dîtin
Rêber Apo pêvajoyê di 27ê Sibata 2025an de bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û tempoya wê bilid kir. Rêber Apo dixwaze serdema pevçûn û rageşiya sed salan a navbera Tirkiye û gelê Kurd xilas bike ku komareke demokratîk derkeve holê, bi rêya Entegrasyona Demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe. Armanc jî, hewildan jî di vê çarçoveyê de ne. Lê belê Rêber Apo ji bo bikare di pêkanîna armanceke wiha de rola xwe bilîze divê weke muxatabê fermî bê dîtin. Bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye yan na. Pêvajoyeke rast a çareseriyê ancax bi nasîna muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare destpê bike, bi diyarkirina vê statuyê dibe.
Ji bo Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe, divê statuya wî bê naskirin
Rêber Apo ji bo hevdîtinên têne kirin û tiştên têne gotin bi watedar û encamgir bibin gelek caran qala zelalkirina statuya xwe kiriye. Eger cihê Rêber Apo ji hêla qanûnî û siyasî ve diyar bibe û bi derdorên cuda re bikaribe li ser vê esasê hevdîtinan bike wê demê dikare bi awayekî encamgir bi rola xwe rabe. Naxwe Rêber Apo bi hevdîtinên ku dem bi dem bi şande re dike nikare bi rola xwe ya esasî rabe; jixwe di rewşeke wiha de ne mimkune bi rola xwe rabe jî.
Gotinên berdevkên AKPê ku dibêjin pêvajo bi pêş ve diçe, rewşa heyî rave nake
Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û Rêber Apo jî di asta yekemîn de muxatabê vê pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya heyî ya li hemberî Rêber Apo tê nîşandan, radixe pêş çavan ku ev pirsgirêka sed salî û çareseriya wê rast nayê nirxandin. Li gel ku ev rastî li holê ye, gotinên serokê meclîsê, gotinên rayedarên AKPê ku dibêjin pêvajo dimeşe, xitimandinek nîne, rewşa heyî îfade nake. Kengî statuya Rêber Apo diyar bibe, kengî Rêber Apo bikare xwe bigihîne şertên xebata azad wê demê dikarin qala pêşketina pêvajoyê bikin. Tenê di rewşekê wiha de wê gelê Kurd û raya giştî ji pêşketina pêvajoyê bawer bike û desteka pêvajoyê bi awayekî lez zêde bibe.
Divê zemîna hiqûqî û qanînî bê afirandin
Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn. Ji ber vê li ser gavên qanûnî û pergala hiqûqî nîqaş hene. Di encamê de ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin rastiyê îfade nakin. Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlîhev dike. Tu dibêjî qey ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve û ji bo azadiya gotin û xwe birêxistinkirinê qanûn hatine derxistin, lê aliyê din gotiye em çek bernadin, em nayên! Berevajî, Rêber Apo ji bo ku veger bi awayekî lez pêk were xwest zemîna qanûnî û hiqûqî bê amadekirin. Di esasê xwe de rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gavên hiqûqî bêne avêtin, lê belê hîn jî ji bo pêşketina pêvajoyê gavên qanûnî yên pêwîst nehatine avêtin.
Muzakarevanê me yê sereke û rêveberê pêvajoyê Rêber Apo ye
Me, weke Tevgera Azadiya Kurd di kongreya xwe de ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê weke muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, tenê bi vî awayî dikare bi rengekî rast bê meşandin û encamê bi xwe re bîne. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heya kes li bendê nebû ku em di vê astê de gavan biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”













