Li Îzmîrê bi pêşengiya HDK û DEM Partiyê 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê hate şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev pêvajo ne tepisandina serhildanê ye; operasyoneke tunekirina gel e.”
Bi pêşengiya Meclîsa Kongereya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û tevlîbûna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Komeleya Hiquqnasên Azadixwaz (OHD) Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyan, 89emîn salvegera Terteleya Dêrsîmê li Karşiyaka ya Îzmîrê hate şermezarkirin.
Girseya Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu jî hebû ji ber avahiya DEM Partî ya Karşiyakayê heta îskeleya keştiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Tertele Dêrsîm Xo Vîra Neke”, “Dêrsîm ,Zîlan, Koçgirî nayên jibîrkirin“ hatin berzkirin. Her wiha pankarta ku wêneyên Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe lê bûn hatin hilgirtin. Girseya ku gihîşt îskeleyê ji bo qurbaniyên komkujiyê deqeyekê rêz girtin. Hunermend Bulent Kiliç ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane stranan got.
Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu di çalakiyê de axivî û got ku pêvajoya 1937-38an, wekî ku di gotinên fermî de tê gotin, ne serhildana tepisandinê ye lê rasterast polîtîkayeke tunekirinê ye. Kenanoglu, bi taybetî li ser nîqaşên ku li ser Seyîd Riza tên kirin sekinî û got: “Her kes serhildana Seyîd Riza dipeyive, lê komkujî bi xwe di 1938an de qewimî. Ev pêvajo ne tepisandina serhildanê ye; operasyoneke tunekirina gel e.”
Kenanoglu bal kişand ser binpêkirinên giran ên mafên mirovî yên di dema Terteleya Dêrsîmê de û got ku zarok û keçikên Dêrsîmê ji malbatên xwe hatine veqetandin û dane malbatên leşkeran, û hewl hatiye dayîn ku gelê herêmê ji nasnameya xwe ya Kurd û Elewî were dûrxistin.
Kenanoglu diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Elewiyên Dêrsîmê tên meşandin, îro jî didomin û got ku yên ku qewimîn “encama hişê dewletê yê tekparêzî” ye.
Li ser navê girseyê daxûyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk Firat Dîkmen ve hate xwendin. Firat Dîkmen banga ji bo maf, edalet û hevrûbûnê kir û daxwazên xwe wiha rzê kir: “Cihên gorên Seyîd Riza û pêşengên Dêrsîmê yên hatine îdamkirin bên aşkerekirin, cenazeyên wan radestî malbatên wan bikin. Divê arşîv bên vekirin, navê Dêrsîmê bê vegerandin. Lîste û qedera sirgûn, winda û zarokên me yên hatine revandin bên aşkerekirin. Polîtîkayên şer, tundî û asîmîlasyonê yên bên bidawîkiirn û ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji bo hemû gel û beşên civakî sûdmend e, gavên şênber, samîmî û qanûnî bên avêtin.”
Çalakî bi pêxistina findan û belavkirina loqmeyan bi dawî bû.















