Wan – Welatiyên Wanê ku derbarê 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivîn, bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê û diyar kirin ku Kurdî hê jî qedexe ye û divê zimanê Kurdî were nasîn û bibe zimanê perwerdehiyê.
Bi pêşengiya Celadet Elî Berdirxan di sala 1932yan de Kovara Hawarê li Şamê bi tîpên latînî hat weşandin. 15ê Gulanê di sala 2006an de bi biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Ji wê rojê ve 15 Gulanê bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Welatiyên Wanê derbarê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji ajansa me re behsa giringiya Kurdî kirin û xwestin civaka Kurd li zimanê xwe xwedî derbikeve.
‘Heq nayê xwest in heq tê stand in’
Mehmet Gever anî ziman ku bi sedselan e bingeha zimanê Kurdî heye û divê xelk her tim bi Kurdî biaxive û bixwîne. Mehmet Gever diyar bal kişand ser polîtîkayên bişavtinê yên desthilatan û got: “Weke dîtin ku li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur asîmîlasyon li ser Kurdî heye. Divê miletê me di ferqa vê yekê de bû û xwedî li zimanê xwe derbikeve. Heq nayê xwestin, heq tê stendin.”

‘Kar û barên xwe bi Kurdî bikin’
Yûnûs Ûysal got ku divê Kurd bi zimanê xwe baxivin û ev yek anî ziman: “Gelek jin û dayikên me li gel zarokên xwe bi Tirkî diaxivin. Hinek jî gelek kêm Kurdî diaxivin. Dayikên me divê bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Her wiha divê hemû kes kar û barên xwe bi zimanê xwe bikin.”

‘Ji Kurdan re çareseriyek lazim e’
Hekîm Kaplan diyar kir ku zimanê Kurdî hê jî qedexe ye û wiha got: “Ne tenê zimanê me, her tiştekî me qedexe ye. Lazim e Kurd ji hemû aliyan ve azad be û serbest bijîn. Pêvajoya heyî divê serbikeve û çareseriyek were. Ji bo Kurdan ne tenê dibistan, divê hemû tişt serbest be.”

‘Nav bi Kurdî ne, lê bi Tirkî diaxivin’
Omer Yalçin jî xwest ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin û got: “Divê Kurdî fêrî biçûkên xwe bikin. Îro mixabin li her derê biçûkên me bi Tirkî diaxivin. Nav bi Kurdî ne lê bi Tirkî diaxivin. Em ji vê rewşê aciz in. Kurdî di mal de, bi dayik û bavan pêş dikeve.”

‘Divê em bibin yek û mafên xwe bistînin’
Abdûlkerîm Hîtît anî ziman ku bi Îngilîzî, Fransî, Almanî perwerde heye, lê bi Kurdî nîn e û wiha got: “Ji bo her kesî maf e, lê ji bo Kurdan nîn e. Divê em bibin yek û mafên xwe bistînin. Em dixwazin dewlet ji bo zimanê Kurdî gavekê biavêje. Zimanê me biqîmet e û divê em înkar nekin.”

‘Faşîst êrişî Kurdan dikin’
Kadîr Tamaç jî destnîşan kir ku ew ji ber faşîstan nikarin bi dayikên xwe re bi zimanê xwe biaxivin û wiha got: “Em ji bo kar diçin metropolan, lê faşîst ji ber ku em bi Kurdî diaxivin êrişî me dikin. Kurdî zimanê me yê dayikê ye û divê em pê biaxivin.”

‘Nabe ku înkara Kurdî bê kirin’
Emîn Tûnç jî da zanîn ku zimanê Kurdî her hebû û wê her hebe jî. Emîn Tûnç anî ziman ku nabe înkara Kurdî bê kirin û banga xwedîderketinê kir.













