• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

    Keskîn Bayindir li Wanê di nava gel de ye: Niyeta me çareserkirina bi rêya yasa û qanûnan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mela Emîn Ay: Biryara qedexeya Kurdî înkara emrê Xwedê ye

Ugur Dînler / AW

7 GULAN 2026 - 16:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê MÎA-FEDê Mela Muhammed Emîn Ay biryara qedexekirina Kurdî ya Miftiyê Giyadînê şermezar kir û wiha got: “Ev biryar înkara zimanê neteweyekê û emrê Xwedê ye. Banga me ji aliman, oldaran gelane bila ji ber vê bêrêziyê bêdeng nemînin.”

Miftîtiya navçeya Giyadînê ya Agiriyê, bi rêya koma Whatsappê fermaneke skandal da wezîfedarên olî û daxwaz kir ku ji bilî zimanê Tirkî bi tu zimanekî din xizmet neyê dayîn. Di wê fermanê de bi eşkereyî tê dîtin ku mafê îbadeta bi zimanê dayikê hatiye hedef girtin. Di fermanê de ev îfade hatine bikaranîn: “Xutbe di bin her şert û mercî de dê tenê bi Tirkî werin pêşkêşkirin. Li mizgeftên navenda navçeyê jî dê waiz bi Tirkî werin dayîn.”

Endam û rêvebirê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Mela Muhammed Emîn Ay li ser mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em weke MÎA-FEDê vê nêzikatiyê red dikin û şermezar dikin’

Mela Muhammed Emîn Ay da zanîn ku ev peyama miftiyê Giyadînê rureşiyeke pir mezine û wiha got: “Ew miftiye ku li ser navê oldarên navçeyê, nahêle ku peyamên bi zimanê dayîkê di mizgeftên navçeyê de were dayîn û qedexe dike em bi tundî şermezar dikin. Miftî bi peywira xwe peywirdarê ola Îslamê ye û divê bi peywira xwe gel û civakê agahdar bike û arasteyî olê bike. Lê mixabin berovajî vê yekê hereket dike û peywira xwe bi cîh nayîne. Em weke MÎA-FEDê teqez vê nêzikatiyê red dikin û şermezar dikin.”

‘Em ê ji bo ziman têbikoşin û li ber xwe bidin’

Muhammed Emîn Ay anî ziman ku cudahiya reng û zimanan di ayet û mezinatiya Xwdê de jî xuya dike û wiha pê de çû: “Dema mirov ji aliyê olê ve dinirxîne ev yek dibe tunehesibandina emrê Xwedê. Divê her gel, bawerî bi ziman, bawerî û çanda xwe di nav aştî û aramiyê de bijî û divê ev yek esas bê girtin. Em lê mêze dikin ev navçeyeke ku ji sedî 90ê wî Kurd in miftî radibe zimanê vî gelî di mizgeftan de di xutbeyan de qedexe dike ev yek bê exlaqî û rûreşî ye. Divê her mirovên xwedî wijdan kes, civak sazî, partî û saziyên zimanan vê hişmendiya yekperest mehkum bikin. Ev biryar înkara zimanê neteweyekê û înkara emrê Xwedê ye. Divê zimanê Kurdî jî weke zimanên ser ruyê cîhanê di her warê jiyanê de bi awayekî azad bê axaftin, em ê ji bo ziman têbikoşin û li ber xwe bidin.”

‘Ev êriş ne tenê li zimanê Kurdî, li jiyan, çand, baweriya hemû Kurdan hatiye kirin’

Herî dawî Mela Emîn Ay bi bîr xist ku Agirî warê Ehmedê Xanî yê ku ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û ked daye ye û wiha axivî: “Ehmedê Xanî alim û fîlozofekî Kurd e û wî 420 sal berê roja îro dîtiye. Ji ber ku wî ev xetereya îro wê demê dîtibû di pirtuka xwe ya Mem û Zînê de her tim balê dikişîne ser xwendin û nîvisandina zimanê Kurdî. Dema ku li Bazîdê bûye jî weke wezîrê karê perwerdehiyê demekê xebitî ye. Li medreseyên Kurdan ji wan re mufredatek perwerdehiyê derxistiye. Gotiye ku tu kes heya 5 salan ji bilî zimanê Kurdî perwerdehiyê nebîne da ku zimanê Kurdî winda nebe. Ji ber vê yekê bila hemû mezin, alim, xwenasên Kurdan jî weke Ehmedê Xanê ji bo zimanê xwe rabin û ji ber vê helwesta muftiyê Giyadînê ji rêzê nebînin. Ev êriş ne tenê li zimanê Kurdiye, li jiyan, çand, baweriya hemû Kurdan hatiye kirin. Banga me ji aliman, oldaran û gelane bila li hember vê bêrêziyê bêdeng nemînin.”

Etîket: Mele Muhammed Emîn AyMÎA-FEDMiftiyê GiyadînêQedexeya Kurdîşermezar kirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

21 HEZÎRAN 2026
Otomatik taslak

Konferansa MÎA-FEDê: Bingeha Îslamê demokratîk e

21 HEZÎRAN 2026
Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

21 HEZÎRAN 2026
‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

21 HEZÎRAN 2026
MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

MÎA-FED dê konferansa 3yemîn li dar bixe: Konferans dixwaze bibe hêza çareseriyê

18 HEZÎRAN 2026
Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê Çapameniya Azad Bayram Balci: Ji sala 1991î ve tu carî pênûsa heqîqetê nedanî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Azadiya Rêber Apo mifteya her tiştî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (648)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne