Li Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) pêla operasyonan berdewam dike. Vê şeveqê jî polîsan avêt ser malên rêveberên şaredariyê û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê polîsan avêt ser gelek malên rêveber û xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Piştî ku polîsan avêt ser malan û lêgerîn pêk anî, Cigirê Sekreterê Giştî Oktay Ozel, Seroka Daîreya Park û Bexçeyan Tugba Olmez jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku polîsan li malan gelek belge û materyal desteser kirin e. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; ji bo 30 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.













