Nivîskar Ayhan Erkmen bi lîstika yekkesî ya bi navê “Hawar” a ku li Wanê pêşkêş kir, qala jiyana Celadet Elî Bedirxan kir.
Nivîskar û şanoger Ayhan Erkmen, lîstika xwe ya yekkesî ya bi navê “Hawar” li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêşkêşî temeşewanan kir. Bername, bi alîkariya Desteya Ziman a Baroya Wanê pêk hat û welatiyan eleqeyeke mezin nîşan da. Lîstik, behsa jiyana pêşengê zimanê kurdî Celadet Elî Bedîrxan dike û atmosfera wê demê û rewşa Kurdan radixîne ber çavan.
Ayhan Erkmen bi şêwaza xwe ya çîrokbêjiyê qonaxên jiyana Bedîrxan, xebatên kovarên Hawar û Ronahî û sirgûniya malbata Bedîrxaniyan anî ser dikê.
Lîstik bi çepikan bi dawî bû.

















