Amed – Celadet Elî Bedirxan; jiyana wî ne tenê çîroka kesekî, lê xeta parastina neteweyekê ye. Hawar, di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ne tenê wekî kovarekê, lê wekî “hawara” zimanekî ku di bin sîya darvekirin û sirgûnê de mabû hate dinê.
Mîrasa ku Celadet Elî Bedirxan gihand Hawarê, ji konaxên Stenbolê yên sedsala 19an dest pê kir. Wekî neviyê Mîr Bedirxan Paşa û kurê Emîn Alî Bedirxan, Celadet Elî Bedirxan jî di navenda kevneşopiya Kurd de mezin bû. Malbata wî ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatibû sirgûnkirin, lê wan tu carî çand û sekna xwe ya mîrektiyê û daxwaza azadiyê winda nekir. Celadet di zarokatiya xwe de sirgûna Yemenê dît; li wir di nav germahiya çolê de fêrî sebir û xwendinê bû. Dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir, wekî efserê Osmanî li Eniya Kafkasyayê bû. Lê piştî şer, dema pergala nû ya Tirkiyeyê ava bû, ji bo Celadet Elî Bedirxan û birayên wî fermana darvekirinê hat derxistin. Ev biryar, bû destpêka rêwîtiyeke bêveger a ber bi Ewropa û Sûriyeyê ve.
Celadet Elî Bedirxan li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê qedand. Lê eleqeya wî ya sereke ne li ser qanûnên dewletan, li ser “qanûnên ziman” bû. Wî li zanîngehên Ewropayê dît ku neteweyên modern bi rêya alfabeyeke yekgirtî nasnameya xwe diparêzin. Di wê serdemê de li Tirkiyeyê weşangeriya Kurdî bi temamî hatibû qedexekirin. Bedirxan li Şamê tevî zimanzanê Fransî Roger Lescot bi salan li ser rêziman û tîpan xebitîn. Wan bi hezaran peyv, bi hezaran dengên ji gund û bajarên Kurdistanê analîz kirin. Di encamê de, alfabeya Latînî ya ji 31 tîpan pêk tê amade kirin. Ev alfabe, îro pira herî mezin e ku Kurdan li çar parçeyan digihîne hev.
Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye
Di 15ê Gulana 1932an de dema hejmara yekem a Hawarê derket, Celadet Elî Bedirxan ne xwedî çapxaneyên mezin bû. Bi derfetên pir kêm, bi daktiloyên ku tîpên wan bi destan dihatin danîn, rûpelên Hawarê amade kirin. Bedirxan di hejmara pêşîn de felsefeya vê şoreşê bi van gotinan pênase kir: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê ye.” Lewre jî Celadet windakirina ziman weke windakirina nasname û rûmeta neteweyî hesiband. Hawar ne tenê kovarek, lê artêşeke pênûsê bû li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û perçebûnê.
Ekola Hawarê
Kovara Hawarê di navbera salên 1932 û 1943an de 57 hejmar hatin çapkirin. Yek ji hûrguliyên herî girîng ên vê dosyayê stratejiya veguhertinê bû. Celadet Elî Bedirxan ji bo gelê ku bi sedsalan alfabeya Erebî bikar anîbû nebe xerîb, di 23 hejmarên pêşîn de her du alfabe bi hev re bikar anîn. Piştî sala 1935an, kovar bi temamî bû Latînî. Di bin sîwana Hawarê de navên mîna Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza û Qedrîcan gihîştin. Ev nav piştre bûn stûnên wêjeya Kurdî ya modern. Hawarê bi rûpelên xwe yên Fransî her wiha hewl da ku dengê Kurdan bigihîne dîplomasiya Ewropayê û nîşan bide ku miletê Kurd xwedî çandeke kûr e.
Mîrateya nemir: Ji 1932an heya 2026an
Her çend kovar di sala 1943an de hatibe girtin jî, Celadet Elî Bedirxan heya roja mirina xwe ya sala 1951an de xebatên xwe ranewestand. Di sala 2006an de, roja derketina Hawarê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” hat îlankirin. Îro, di 15ê Gulana 2026an de, ev xebata ku 94 sal berê li Şamê di bin şertên giran ên sirgûnê de hatibû destpêkirin, îro li seranserê cîhanê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, xebatên akademîk û weşangeriyê dibe mînak û çavkaniya herî mezin.











