Enqere – Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa Rojava bi awayekî fermî perwerdehiya bi Kurdî 14 sal in tê dayîn. Piştî xebatên entegrasyonê jî yek mijara girîng destkêftiyên ziman e. Berdevka Komiteya Mafnasî ya Yekîtiya Mamosteyan Henan Iniz destnîşan kir ku ew dev jî zimanê xwe bernadin û ji bo parastina destkeftiyên ziman çi ji dest wan were dê bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, gelê Kurd bi gelên herêmê re di 19ê Tîrmeha 2012an de bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Piştî Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat demezirandin û li dijî pergala modernîteya kapîtalîst li ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergala Modernîteya Demokratîk li pêş xist. Li ser esasê paradîgmaya Netewa Demokratîk ji Rêveberî heta tenduristî, perwerde û qadên jiyanê pergaleke pirzimanî û îradeya hemû netew, bawerî û pêkhateyan esas digire hat damezrandin. Ji ber wê jî Şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa ziman û baweriyên ji aliyê pergala yekperest a netew dewletan ve hatibûn tunehesibandin bû.
Zimanê Kurdî ku li çar aliyên Kurdistanê hatibû tunehesibandin bi Şoreşa Rojava re, ji bo pêşketina zimanê Kurdî jî xebatên girîng pêk hatin. Di destpêkê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di Dibistana Şehîd Osman (Osmanê Dadelî) de ji bo amadekirina mamosteyan perwerde da destpêkirin û li wir mamostê hatin amadekirin. Piştî Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di sala 2014an de Desteya Perwerde bi awayekî fermî hate avakirin. Bi avabûna Desteya Perwerdehiyê re li gorî paradîgmaya Netewa Demokratîk perwerdehiya pirzimanî hat esas girtin û hemû netew û pêkhateyên herêmê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bûn. Di 14 salan de gelek şagirt di dibistanan de hatin perwerde kirin û piştî ji zanîngehan derçûn jî li gelek qadên jiyanê dest bi kar kirin.
Gelê Rojava ji bo parastina destkeftiyên ziman li ser pêya ye
Li Rojavayê Kurdistanê ku 14ê sal in zimanê Kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî tê dayin, piştî Peymana 29ê Çileyê û xebatên entegrasyona demokratîk yek jî mijara herî zêde tê meraqkirin rewşa zimanê Kurdî ye. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê berevajî Peymana 29ê Çileyê perwerdehiya zimanê Kurdî qebûl nake û perwerdehiya zimanê Kurdî bi dersên hilbijartê ve sînorkirî dihêle. Ji aliyê Rojava ve jî ji bo qebûlkirina perwerdehiya zimanê Kurdî bi awayekî fermî muzakere berdewam dikin. Ji aliyê din vê jî di serî de mamoste, şagirtên di dibistanan de û hemû gelê Rojava ji bo parastina destkêftiyên ziman li ser pêya ne. Herî dawî ji bo tabeleyên yek zimanî yên Erebî ku li saziyên fermî hatibûn daliqandin gel rabû ser pêya û nerazîbûn nîşan dide.
Li Rojavayê Kurdistanê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo parastina destkeftiyên ziman bi çalakiyên cihêreng li qadan tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Li Rojava weke her sal îsal jî bi bernameyên cuda cuda di dibistanan de Cejna Zimanê Kurdî dê bê pîrozkirin. Berdevka Komîteya Mafnasî ya Yekîtiya Mamosteyan Henan Iniz derbarê xebatên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û çalakiyên ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Em dev jî zimanê xwe bernadin’
Henan Iniz anî ziman ku ji sala 2011an vir ve li Rojava perwerdehiya bi zimanê Kurdî tê dayîn û wiha axivî: “Ji wê rojê heta niha bi awayekî rêk û pêk perwerdehiya bi Kurdî tê dayîn. Ji wê rojê heta niha gelek şagirt derçûn û gelek ji ji wan jî di beşên zanîngehan de mezûn bûn. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne bi hêsanî bi berdel û zahmetiyên mezin hat bidestxistin. Bi ked û xwîna şehîdan hat bidestxistin. Ewqas sal in em bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Êdî em nikarin dev jî ji vê yekê berdin. Di çerçoveya entegrasyonê de li hevkirinek hebû. Lê tişta li ser peymanê û li ser erdê ne wekhev e. Ji zarokan bigirin heta zanîngehan em şagirt û mamoste derketin qadan û dest bi xwepeşandanan kir. Ji bo zimanê xwe em li ser pêya ne û dev ji zimanê xwe bernadin.”
‘Dersên hilbijartî ji aliyê me ve nehat qebûlkirin û dê neyê qebûlkirin jî’
Henan Iniz diyar kir ku ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî dan û standin bi hikûmeta demkî ya Şamê re berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser dibistan û bi giştî midûriyetan nîqaş berdewam dikin. Hikûmeta demkî ya Şamê tenê 2 seat bi awayekî hilbijartî li ser me ferz kir. Lê ew bi tu awayî ji aliyê me ve nehat qebûlkirin û nayê qebûlkirin. Ew ked û berdelên hatine dayîn ne ji bo tenê 2 seat bikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin hatine dayîn. Ji bo wê jî em dibêjin dem dema têkoşînê ye. Weke mamoste em dev ji destkeftiyên ziman bernadin û çi ji me bê xwestin em amade ne ku zimanê xwe biparêzin. Weke mamoste xebatên me yên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî berdewam dike û çi ji me bê xwestin em amade ne. Ne tenê mamoste jî xwendekar jî têdikoşin. Xwendekarên me ji mamosteyan bêtir bi coş ji bo parastina destkeftiyên ziman têdikoşin. Di serî de şagirtên me gotin; Em qebûl nakin zimanê Kurdî bibe hilbijartî. Bi giştî em amade ne zimanê xwe biparêzin. Gelê me jî ji bo parastina destkeftiyên ziman bi helwest e. Jixwe di bertekên li dijî tabeleyên yek zimanî jî ew helwest derket holê.”
Xebatên perwerdehiyê
Henan Iniz bal kişand ser xebatên perwerdehiyê li dibistanan tê dayîn û wiha qal kir: “Piştî êrişên di 6ê Çileyê de dest pê kir gelek welatiyên me koçber bûn. Welatiyên me yên li Reqa û Tebqayê koçber bûbûn jî me di dibistanan de bi cih kirin. Ji ber rewşa şer û koçberiyê xebatên perwerdehiyê jî rawestiyan. Lê piştî şer rawestiya hem bi awayekî onlîne û hem jî di dibistanan perwerdehî hatin dayîn. Li zanîngehan jî jixwe perwerdehî berdewam dikir. Piştî koçberên Efrînê vedigerin cih û warên xwe em jî amadekariyan dikin ku li wir dest bi perwerdehiyê bikin. Ji aliyê perwerdehiyê ve heta niha tu guherîn tune ye. Weke berê em perwerdehiya xwe didomînin. Piştî sala îsal a perwerdehiyê bidawî bibe rewşa perwerdehiyê dê çawa bibe tê nîqaşkirin lê heta niha em bi zimanê Kurdî perwerdehiyê didin.”
Bername û çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Henan Iniz derbarê xebat û çalakiyên di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Rojava bên lidarxistin jî ev yek anî ziman: “Amadekariyên me yên 15ê Gulanê di asta hemû desteyên perwerdehiyê de destpêkirin e. Civînek jî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Bi şahî, vekirina pirtûkxane, xwendina helbestan, şahî û xwendekar dê şano, stran û bernameyên cur bi cur bên lidarxistin. Li rex van bernameyan jî li tevahiya Rojava meşên girseyî dê bên lidarxistin. Bernameyên me jî dest pê kirin û hemû gelê me jî bi coşeke mezin tev li van bernameyan dibe. Heta em mafê xwe bi dest bixin jî ji bo parastina zimanê Kurdî bi van bername û çalakiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”













