Çalakiya KURDÎGEHê ya “Konên Zimanê Kurdî” ya li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 3yemîn de berdewam dike.
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) di 9ê Gulanê de li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiya konvedanê ya bi navê “Konên Zimanê Kurdî” dabû destpêkirin. Çalakiya ku bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tê lidarxistin, di roja 3yemîn de jî berdewam kir. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin û serdana standên pirtûkan dikin.
Wê çalakiya KURDÎGEHê heta 14ê Gulanê bi naverokên cur bi cur berdewam bike.
















