• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

    Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

Onder Akbûlût /AW

12 GULAN 2026 - 08:49
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Pisporê ziman Serdar Balci balê kişand ser xeteriya medyaya dîjîtal û hişê çêkirî yê li ser zimanê Kurdî û got: “Algorîtma ne li gorî rastiya ziman, li gorî bikaranînê tevdigere. Ger em Kurdiya standard di qada dîjîtal de neparêzin, zimanê me dê di bin siya zimanên serdest de winda bibe.”

Medyaya dijîtal îro bûye parçeyek ji jiyana rojane. Ji WhatsAppê heta Instagram, TikTok û YouTubeyê ev platform êdî taybetî di nav nifşên nû de ketine şûna têkiliyên civakî. Mirov rojane li ser van platforman di derbarê gelek mijaran de nivîsan dixwînin, naverokên bi dîmen û bi deng guhdar dikin. Lê heke ziman çi bi deng û dîmen dibe, çi nivîskî dibe rast neyê bikaranin, xetereyên mezin derdixe holê. Civaknas û Sosyolînguîst Serder Balci di derbarê bandora platformên medyaya dîjîtal a li ser zimanê Kurdî û girîngiya rast bikaranîna van platforman de axivî.

‘Jîriya çêkirî nabêje ev şaş e’

Sosyolînguîst Serdar Balci diyar kir ku platformên medyaya dîjîtal ketine nava jiyana rojane û hêdî hêdî dikevine şûna hevalên me û got: “Gelek kes bê medyaya dijital dest bi roja xwe nakin. Ev medya gelo baş e yan xirab e? Rast e rast em nebêjin xirab e, yanî di navbera asta nêtar û kêrhatî de ye. Mîna kêrekî, tu bi kêrê dikarî penêr jî bibirî, dikarî destê xwe jî bibirî. Lê bê standarzîsyonekî, bê bi rêvebirinekî ev rewş vedigere xeteriyê. Bi rastî ji bo zimanên ku ne serdest in, zimanên ku xwedî statû nîn in, li dewletekî bi awayekî fermî wekî zimanê perwerdehiyê bi zagonî nehatine pejirandin rewş xetere ye. Ji bo her Kurdekî li ser medyaya civakî Kurdiya li gor wî bûye standardek. Ev jî berbelavbûnekê çêdike û algorîtmayên van platforman nabêje gelo ev Kurdî rast e yan na, algorîtma tenê li gor bikaranina wê, ev algorîtma wekî siyasetekê vê derdixe pêş. Gava ku venêranek tune be hêdî hêdî hişê çêkirî anku algorîtma van zimanan dadiqurtîne, yanê van zimanan tîne dixe asteke wisa ku êdî tu nikarî bi pirtûkan zimanê xwe bi awayekî bi rêkûpêk, bi rast binivîsî. Êdî her kes dimîne di bin însafa van algorîtmayan de. Yek jî normên nû ava dibin, yanî şaşiyek ji hêla bi milyonan kesî ve gava ku were dubarekirin ew şaşî şaşî ye, lê belê hişê çêkirî nabêje ev şaş e.”

‘Pêşîlêgirtin ji bedeldayînê erzantir e’

Serdar Balci bal kişand ser xeteriya hişê çêkirî ku ku peyvên ji zimanên din têkilî Kurdî dike û ev yek gotin: “Em niha dibînin, di gelek bernameyan de ku em ji van dipirsin, heta vê havîna çûyî jî peyvên ne bi Kurdî nediketine navê lê dema tu niha dipirsî hêdî hêdî tu dibînî ku tiştekî wiha derdixe pêşbêr te, peyvek bi Tirkî davêje navê, wek “aslinda” yan jî dibêje “dogrusu” û berdamiya wê bi Kurdî tîne. Dibe ku ev tiştekî piçûk bixiyê lê belê vîrûs jî dema ku dikevine laşê mirov bi çavan nayê dîtin. Ev jî tiştekî bi vî awayî ye. Pêşîlêgirtin ji bedeldayînê erzandtir e, divê em ji niha de pêşî lê bigirin. Gelek kes niha vî tiştî bibînin, li ser whatsappê dibêje min “durûmek” parvekiriye yan jî dibêje ka “qonumekî” ji min re bişîne. Ev du peyvên masûm dixiyên lê belê di bingeha xwe de algorîtmayê wekî cenawerekî li hemberî zimanê Kurdî tûj dike. Kesek sepana xwe ye Xê bi Tirkî bikar tîne yan jî bi îngilîzî bikar tîne, tu dibînî li wir gava ku ji Kurdî wergerande wî zimanî, ji deh wergeran di 1-2yan de dibêje ji Romenî bi Tirkî, (Romance den çevrilmiştir). Yanî zimanê Kurdî wekî Kurdî nabîne. Ev jî bi destê me pêk te, em vê tiştê dikin, bi destê Kurdan zimanê Kurdî qels dibe. Lê belê bi vî awayî pirsgirêkeke wiha derdikeve; ziman dibe du şax, yanî yek dibe zimanê standart, zimanê rêzimanî; ya din jî mixabin dibe zimanê dijital. Dema ku bû zimanê dijital êdî ji hev fam nakin.”

‘Li bakurê Kurdistanê klavyeya bi Kurdî naye bikaranîn’

Di berdewama axaftina xwe de Serdar Balci bal kişand ser zimanê nivîsê û xetereyên ne standarzîsazyonê û wiha pê de çû: “Niha ziman hemû li ser îskeletek anku li ser ortografiyekî yanî rastnivîsînê ava dibin. Hemû ziman jî; çi zimanê çêkirî, çi zimanên xwezayî yanî gava ku her kesek bi awayê xwe binivîse, ku zagon tune be û standardek tune be, ew ziman tu çi qas li ser bixebitî jî roj bi roj dikeve bin siya zimanên din. Di her iphone yan jî androidan da klavyeyên bi Kurdî êdî hene. Lê li gorî statîstikan ji sedî 84 û 86 klaviyeyên zimanên serdest tên bikaranîn. Yanî li bakurê Kurdistanê klavyê bi Kurdî naye bikaranîn. Li ser telefonên destan klavyeya Tirkî dema tê bikaranîn, tîpên Kurdî şaş tên nivîsîn. Algorîtma bi vî awayî dibêje ev ziman paş de dimîne, ev ziman bi kêrî min nayê, ev ziman bi min tiştekî nade qezenckirin û şopînerên wî jî kêm in.”

Serdar Balci da zanîn ku bê standart bikaranîna zîman di warê morfolojiyê de ziman xerab dike û zimanekî hîbrît derdike holê û ev yek gotin: “Ji bo zimanekî tu bêjî hîbrît ew tunebûna wî zimanî ye. Hevok pir kurt dibin, daçek nayên bikaranîn, morfolojî lo holê radibe. Reseniya peyvan xerab dibe.”

‘Divê em bi hêza zimanê xwe bihesin’

Serdar Balci ji bo rizgarkirina zimanê Kurdî ji vê rewşa xeter jî behsa stratejiyên girîng kir û nirxandinên xwe wiha domandin: “Ji bo bi rizgarkirina zimanê Kurdî ya ji vê pirsgirêkê divê em prestîja Kurdiya rast ava bikin. Yanî nebêjin ku Kurdî zimanê gundekî ye, zimanê malê ye, zimanê di nav dost û hevalan e, lê zimanê peşketî, modern zimanê serdestan e. Ev hişmendî gere ji holê rabe. Li bakurê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê Kurdî wekî ku tu agirekî bavêjî ser benzînê, ewqas jê ditirsin. Çima? Ji ber ku zimanekî dewlemend e, kevnar e, zimanekî em bêjin bi koçan nijadan çandek gihandiye Ewropayê, beşên din ê cîhanê. Ji ber wê ye tirsek li hemberî Kurdî heye. Em ê bi hêza xwe bihesin. Divê naverokçêkerên zimanî, mamosteyên zimanê dîjîtal bêne gihandin. Di her mijarê de naverokên nivîskî û bi deng yên kurt, bi kurdiya standart, bi peyvên rast, bi dengên rast ku bên amadekirin û li ser medyaya dîjîtal bên parvekirin. Bi vî awayî algorîtmayê jî zimanê Kurdî baştir binase û derxe pêş.”

‘Divê rêbera şêwaza Kurdiya dîjîtal hebe’

Serdar Balci ji bo ku di platformên medyaya dîjîtal de Kurdî bi awayekî rêkûpêktir û xurtir cîh bigire, ji bişaftinê rizgar bibe li ser xebatan girîng ku bên kirin sekînî û ev yekan gotin: “Standartkirina dengzaniyê ya fenolojîk divê çê bibe, rastnivîsîna yekgirtî teqez divê hebe, di her zimanekî de heye, di Kurdî de jî divê hebe. Xebatek hatiye kirin, Weqfa Mezopotamyayê Rêbera Rastnivîsînê derxistiye, lê belê çiqas têrê kir dîsa jî divê em li ser bifikirin. Rêbera şêwaza Kurdiya dijital. Ji bo Kurdiya dijîtal jî divê ev hebe yanî standarda nivîsandinê, bikaranîna emojiyan yan jî bikaranina etîketan, hashtagan. Dema ku dî hashtegan de tîpek şaş tê nivîsandin, ew hashtag dibe wek du hashtagên cuda, ev jî nahilê ku bikeve rojevê. Transkrîpsiyon, bi vê nevê divê çê bibe. Normên jêrenivîsan divê bên amadekirin, jêrnivîs derkevin ku hişê çêkirî vî tiştî nas bike û wergerîne zimanên din. Wek en cam heke standardizasyonek, bikarinina teknolojîyê, çêkerên zimanî, prestîje akademîk ku hevdû bigirin; medya dijital dê bibe dostekî pir baş ji bo zimanê Kurdî. Bibe motora nû ya zindikirina zimanê Kurdî.

‘Ji bo zarokan pêdiviya me bi karton û animasyonên Kurdî heye’

Serdar Balci bandora medyaya dîjîtal a li ser zarokan jî nirxan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Algorîtma dibe mamosteya zarokan, zarok êdî ji dê û bavê xwe; dapîr û bapîrên xwe tiştan guhdar nakin. Niha êdî ,YouTube vîdyoyên kurt çawa zêde têne bikaranîn hemû bi rêya dîtinê bi awayek dîtbarî zarokan keşif dikin. Yanî zarok bi saetan zimanekî dibihîze ku gelek caran standart nîn e, tevlihev e, berbelav e û ev berbelavî, ev şaşî dibe vîral. Ji bo zarokan dibe rastiyek, zarok zimanê xwe dema ku ava dike, parçeyên rêzimanî bi cih dike, yanî xîmê zimanê xwe gava ku ava dike, nizane ev rast e ev şaş e. Tu çi bidiyê qebûl dike. Yanî ku formek zarok dema dibihîze wê wekî rast dibîne. Ev vîdeo bala wan dikişîne. Ya din, ji hemiyan girîngtir dopamîn e, dopamîn di mêjiyê wan de wekî xelatek tê pêşkêş kirin. Yanî vîdyoyê dibînin kêfxweş dibin. Newerok girîng nîn e, kêfxweşiyek dide, dilxweş dike. Dema ku wisa bû mejî dest pê dike dopomînê belavê laş dike. Ji bo zarokên Kurd pêdiviya me bi karton û animasyonên Kurdî heye. Divê em bi hezaran kesan perwerde bikin bila van tiştana bavêjine ser medyaya civakî ku zarok rastê tiştên din neyên, rastî vîrûsan neyên. Çîrokbêjên nû yên Kurd divê bêne gihandin, bi dengekî xweşik, bi awayekî bala zarokan dikişînin çîrokan bêjin.”

Etîket: AlgorîtmaHişê ÇêkirîStandardîzasyonvîrûsa dîjîtalzimanzan Serdar Balci
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

2 GULAN 2026
‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

‘Divê em hişê çêkirî li gorî hişmendiya xwe bikar bînin’

27 NÎSAN 2026
‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hozan Mizgîn di salvegera 34emîn de li Êlihê hate bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (285)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne