Îzmîr – Hunermend Kasim Taşdogan qala strana xwe ya nû “Destana Serhedê” kir û got ku helbestên girtiyê azadiyê Ramazan Çeper bandorê li ser wî dikin. Taşdogan bal kişand ser binpêkirina mafên telîfê û rojeva muzîka Kurdî nirxand û got: “Nebûna pergaleke akademîk û saziyeke neteweyî ya belgekirinê stranan li nav hev dixe. Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin”
Hunermend Kasim Taşdogan di çend salên dawî de bi terz û dengek cuda di nava hunera Kurdî de cihekî girîng û profesyonel digire. Dengê wî ji nav qirika dengbêjên Serhedê tê û olan dide li eywan û meydanan. Taşdogan di nava çend salên dawî de gelek stran hilberand. Bi stranên xwe balê kişand ser berxwedana Emîne Şenyaşar, Rojava, Şengal, talankirina xewzayê û gelek têkoşîn û berxwedanên din ên Kurdan. Taşdogan ev bû du helbestên girtiyê azadiyê Ramazan Çeper kiriye beste û strî ye. Yek strana “Ziryan im” û ya din jî strana wî ya dawî “Destana Serhedê” ye. Gotinên her du stranan jî ji aliyê Ramazan Çeper ve hatine nivîsandin. Kasim Taşdogan jî muzîkên van stranan amade kiriye.
Kasim Taşdogan ji Ajansa Welat (AW) re qala starna xwe ya nû ‘Destana Serhedê’, binpêkirina mafên telîfê ên di muzîka Kurdî de, bandora girtiyê azadiyê nivîskar Ramazan Çeper a li ser muzîka wî û xetereyên hişê çekirî kir.
Ramazan Çeper û psîkopatolojiya mêtingeriyê
Kasim Taşdogan anî ziman ku nivîskarê azadiyê Ramazan Çeper di sala 2004an de piştî ku hatiye berdan, 10 rojan li Îzmîrê bi hev re wext derbas kirine, di forumekê de hev nas kirine û piştî navbereke dirêj, beriya sê çar salan dema dest bi muzîka profesyonel kiriye, bala xwe daye berhemên Ramazan Çeper û got: “Ez li Amedê çûm pirtûkxaneyekê min hemû berhemên wî standin. Wê demê ez ji hêla derûnî ve di rewşeke gelekî xerab de bûm, hêviyên min şikestibûn. Ramazan Çeperê ku bi muebetê dihat darizandin, dema min dît ku tiştên wisa têr hêvî dinivîse, ew sekna wî gelekî bandor li ser min kir. Meselen strana min a ‘Vîna Sor’ ji pirtûka wî ya ‘Psîkopatolojiya Mêtingeriyê’ derket. Vê pirtûkê hêviyeke mezin da min.”
Kasim Tasdogan li ser têkiliya xwe ya bi helbestê re jî bi axivî û got ku piştî 20 saliya xwe ji ber melankoliya wê demê ya di nava helbesta de ji helbestê dûr ketiye û got: “Lê helbestên kekê Ramazan cihê ne, her çiqasî zimanê helbestên wî ji bo stranan gelekî giran bin jî kûrahiyeke wan a wisa heye ku mirov dikare li ser risteyeke wî pirtûkan binivîsîne.”
Xemsarî, prosedurên saziyan û kêmbûna hevkariyê
Kasim Taşdogan diyar kir ku dema wî helbesta “Ziryanim” beste kiriye, li zindanên Tirkiyeyê 150 roj bûn ku greva birçîbûnê hebûn û wî xwestiye bi gotinên girtiyê azadiyê Ramazan Çeper û bi bergê ku Mahmut Ulusal ku ew jî bi muebetê tê darizandin balê bikişîne ser bêdengiya civakê. Taşdogan ji bo di dema amadekirina strana “Destana Serhedê” de jî rexne li saziyan kir û got: “Min xwest ez vê stranê bi awayekî senfonîk çêbikim, lê ez tenê mam. Ez naxwazim saziyan rexne bikim lê divê biryarek navendî hebe, komîsyon li ser bisekinin. Paşê min biryar da ku tişteke ku ez bi hinek kesan bidim qebûl kirin li holê nîn e. Min bi muzîkjenên xwedî derfet re jî parve kir, gotin ‘gelekî baş e’ lê xwe nedan ber.”
Nebûna pergaleke akademîk û saziyên neteweyî ên arşîvan
Kasim Taşdogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tevlîheviyeke mezin a li ser hunermendên klasîk û diyar kir ku ji ber nebûna pergaleke akademîk û saziyeke neteweyî ya belgekirinê û wiha axivî: “Şîrketên muzîkê belkî bi nezanî belkî ji ber fikarên bazirganî dengê hunermendên kêm naskirî bi navê ‘markayên’ mezin ên wek Şeroyê Biro tomar dikin û ev yek dibe sedem ku keda hunermendên rastîn winda bibe û nifşên nû dîroka muzîkê bi agahiyên şaş nas bikin. Di strana ‘Destana Serhedê’ de min dengê Şeroyê Biro bi kar anî. Lê paşê Hozan Dilovan got ev ne dengê wî ye. Me lêkolîn kir, şîrketa bi navê ‘Ses Media’ li ser navê Şeroyê Biro albûm çêkiriye, lê yê stranê dibêje ne ew e, Bêmalê Keko ye. Ev meseleya Şeroyê Biro û Bêmalê Keko ku ‘Ses Media’ li nav hev xistiye, ji bo gelek meseleyan mînak e.”
‘Gunehkar gelek in’
Kasim Tasdogan diyar kir ku Ferhat Tunç bi salan e strana Hesen Zîrek a ‘Seryan Mangî’ wekî ‘Mavi Yazma’ wergerandiye Tirkî û heqê telîfê jê distîne û got: “Min çend caran ji kekê Ferhat Tunç re ev mesele vegot lê guh neda min. Ferhat Goçer wê rojê di roportajeke xwe de ev gunehkariya xwe eşkere anî ziman. Kekê Ferhat Tunç, Kurd e, bi Kurdan re ye û têra xwe têkoşer e lê strana ku ne ya wî ye telîfê jê distîne. Çi ji me re; ji Ferhat Goçer? Em pêşî li nava mala xwe binêrin.”
‘Hişê çekirî nav li serê ye; çêkirî ye’
Kasim Taşdogan herî dawiyê der barê hişê çêkirî (AI) de destnîşan kir ku her çend hişê çêkirî di studyoyê de hêsaniyê bîne jî, di warê hestê de nav li ser “çêkirî” ye û ev yek anî ziman: “Mêr radibin hunermendên jin diafirînin. Jinan wekî metayeke bazarê dibînin. Ez ji vê pir sil dibim. Eger mêr in, bila bi nav û dengê mêrekî çêbikin. Hişê çêkirî ji datayan pêk tê, lê huner takekesî ye. Ew hest demane ye. Carna bêhneke ku di 16 saliya min de hatiye min, tiştekî bi min dide nivîsandin. Robot belkî di siberojê de bikaribin bêhnê jî bigirin, lê ne mimkun e ku tiştê ez hîs dikim, hîs bikin.”












