Hevdîtina heyeta CHPê û DEM Partiyê bi dawî bû. Serokwekîlê Koma CHPê Gokhan Gunaydin piştî hevdîtinê diyar kir ku di rojeva wan de hilbijartin heye û Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir ku divê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş înîsiyatîfê bigire ser xwe.
Cîgira Serokwekîla Koma CHPê Gul Çîftçî, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma CHPê Gokhan Gunaydin di çerçoveya zextên li ser muxalefetê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Koma DEM partiyê ya li Meclîsê kirin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Saruhan Oluç di hevdîtinê de cih girtin.
Piştî hevdîtinê nûnerên her du partiyan daxuyanî da. Serokwekîlê CHPê Gokhan Gunaydin bi lêv kir ku ew ê serdana hemû partiyên ku di parlamentoyê de komên wan hene bikin û got ku di rojeva wan de hilbijartin heye. Gokhan Gunaydin diyar kir ku civak hilbijartinê dixwaze û li gorî xala 78an a destûra bingehîn pêwistî bi hilbijartinê heye.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî anî ziman ku hevdîtina wan erênî pêk hatiye û wiha got: “Di serî de ez li vir silavên xwe ji Can Atalay re dişînim. Divê demildest li gorî destûra bingehîn bê berdan û di parlamentoyê de cih bigirê. Helbet ji bo hilbijartinê destûra bingehîn li holê ye. Em ê jî di nav xwe nîqaş bikin. Em ê encamên vê civînê nîqaş bikin û bi raya giştî re jî parve bikin.”
‘Divê Numan Kurtulmuş înîsiyatîf bigire ser xwe’
Sezaî Temellî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk de jî destnîşan kir ku divê Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş înîsiyatîfê bigire ser xwe û got: “Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari jî li ser vê mijarê duh bang kir. Pêşniyara qanûnan ji bo me ne zehmet e. Lê em dixwazin di bin banê parlamentoyê de pêşniyarqanûneke hevpar bikin. Banga me ji hemû partiyan re jî li ser vê yekê ye. Avabûna komîsyonê ji bo bingeha muzakereyan girîng bû. Divê ev bingeha muzakereyan careke din bê xurtkirin.”













