Danişîna biryarê ya doza ku rojnameger Reyhan Hacioglu jê dihat darizandin, li Wanê hat lidarxistin. Dadgehê bi angaşta “alîkarî û piştgiriya rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Reyhan Hacioglû birî.
Danişîna 5emîn û biryarê ya doza rojnameger Reyhan Hacioglû li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Reyhan Hacioglu beşdarî danişînê nebû, lê parêzerên wê û nûnerên rêxistinên sivîl yên li bajêr di danişînê de amade bûn. Aliyê angaştê mutalaya xwe pêşkêş kir û piştre jî parêzeran parastina xwe kirin.
Parêzeran di parastina xwe de diyar kir ku divê biryara beraetê ji bo Reyhan Hacioglu bê dayîn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdiaya “alîkarî û piştgiriya rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Reyhan Hacioglû birî.
Çi bûbû?
Rojnameger Reyhan Hacioglu, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbol bû de, di 17ê Çileya 2025an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 20ê çileyê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Hacioglu, di danişîna yekem a ku di 13ê Hezîrana 2025an de hat lidarxistin de hatibû berdan, lê niha bi angaşta “alîkarî û piştgiriya rêxistinê” ceza lê hat birîn.








