Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli ji bo astengiyên pêşiya perwerdehiya fermî ya Kurdî bê lêkolînkirin pêşniyara lêkolînê pêşkeşî meclisê kir û xwest ku ji bo perwerdehiya Kurdî di bin banê meclisê de komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulderen Varli ji bo astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî bê lêkolînkirin pêşniyara lêkolînê ji meclisa Tirkiyeyê re kir. Gulderen Varli di pêşniyara lêkolînê de xwest meclis astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî tespit bike û ji bo derbaskirina van astengiyan û perwerdehiya Kurdî rêyên çareseriya demokratik bê peydakirin di bin banê meclisê de komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.
Gulderen Varli di pêşniyara xwe de bal kişand ser 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û bingeha wê ya dîrokî. Gulderen Varli di pêşniyara xwe de destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê astengiyên li pêşiya wê bên rakirin û wiha got: “Li gor UNESCOyê zimanê Kurdî û taybet jî zaravayê Kirmançkî di bin xetereya ji holê rabûnê de ye. Tevî vê jî mafê zimanê Kurdî ku zimanê bi milyonan welatiyan e di mekazagonê de nehatiye misogerkirin. Li gor hevpeymanên navneteweyî mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Li Tirkiyeyê ku Kurdî ji perwerdehiyê bigire heta qadên jiyanî di hemû qadan de rastî astengiyan tê. Ji ber vê yekê welatî rastî êrişên nîjadperestî tên. Bi taybetî jî piştî tayinkirina qeyûman, ji sala 2016an ve qedexe û astengiyên mezin derketin holê. Guherandina navên Kurdî û girtina saziyên Kurdî yek jî mînakên vê ne.
Weke encam; di çerçoveya rêgezên demokratik de parastina Kurdî ji bo pirrengiya çandî pêdiviyeke bingehîn e. Ji bo astengiyên pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin û ji bo parastina Kurdî divê di bin banê meclisê de Komîsyona Lekolînê ya Meclise bê avakirin.”













