Amed – Li taxa Baxcilarê ya navçeya Rezana Amedê parka herî xweş heye lê bênav e. Sê çar nav li parkê hatine kirin.
Li taxa Baxcilar a navçeya Rezana Amedê parkekek pirr xweşik heye. Park li ser kanala DSÎ ya berê hatiye çêkirin. Ji ber Hala Nû dest pê dike heta semta Qentarê kîlometrekê dirêj e. Parka navborî di heyama şaredara berê ya Rezan Yuksel Baran de hatiye çêkirin.
Li tu dereke parkê tabelayek navê parkê diyar bike nîn e. Hembajariyên li aliyê Qentarê rûdinin jê re dibêjin “Parka Ayşe Şan”. Ji ber ku di dema vekirina parkê de li vî seriyî parkê bi navê Ayşe Şanê Cafeyek hebû. Li aliyê Hala Nû bi qasî 5 doniman baxçê gulan heye ku wek bihuşta derewîn e. Xelkê li vir jî jê re dibêjin “Parka Gulan ango Parka Gulistan.” Di nexşeya googlê de jî wisa hatiye qeydkirin.
Park li benda navê xwe ye
Gelo bi fermî navê vê parkê çi ye? Bi fermî navê parkê Diyala Park e ku tu kes nizane navê vê parkê Diyala ye. (Diyala bajarekî Iraqê ye piraniya nişteciyên wê ereb in)
Park li benda navekî ye ku lê bê kirin. Gelo wê navê parkê navê Ayşe Şan an jî wê navê Gulistan Park lê bê kirin?