Li Geverê welatiyên ji gundê Niziran ên dixwestin bi wesayîtê biçin pincar kom bikin, qeza kirin. Di qezayê de welatiyê bi navê Necatî Karakose jiyana xwe ji dest da, 8 kesên din ên di erebeyê de jî bi giranî birîndar bûn.
Li Bihureka Zinya Sêvê ya li ser rêya Hirmînê ya navçeya Gever a Colemêrgê, wesayîta welatiyên ku dixwestin biçin pincar kom bikin qeza kir. Hat zanîn ku wesayîta ji kontrolê derketiye ber bi newalê ve gêr bû. Bi agahîdayînê tîmên tenduristiyê hatin li cihê bûyerê.
Di qezaya çêbûye de welatiyê bi navê Necatî Karakose jiyana xwe ji dest da û welatiyên bi navê A.E., Z.A, E.S., F.T., B.K., E.D., M.K., û R.K. jî bi giranî birîndar bûn. Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Bi belavbûna agahiyê ve tevî malbatên kesên qeza kirine Rêxistina DEM Partî û DBPa Geverê, hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî berê xwe dan nexweşxaneyê.















