Amed – Umît Sevîm diyar kir ku birayê wî Ozgur Sevîm li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û anî ziman ku ji lêgerînên mafên mirovan binpê dikin bigire heta sirgûnên kêfî gelek zext hene û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn girtiyan provoke dike.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan didomin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ye. Girtîgeha Kirşehîrê di demên dawî de dîsa bi binpêkirinên mafên girtiyan, pêkanînên bi kêfî bi gelek pirsgirêkan tê rojevê. Malbata girtiyê siyasî Ozgur Sevîm ku di Gulana 2016an de di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de hatibû binçavkirin û girtin û paşê cezayê muebeda girankirî û 25 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn, di 12ê Gulanê de çû serdana Ozgur Sevîm.
Ozgur Sevîm dema hate girtin ewilî li Girtîgeha Mêrdînê hate ragirtin û piştre sirgûnî Girtîgeha Tokatê, Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin. Umît Sevîm qala binpêkirinên mafên ku birayê wî Ozgur Sevîm û girtî pe re rû bi rû dimînin kir.
‘Lêgerînên li derveyî rûmeta mirovahiyê hene’
Umît Sevîm diyar kir ku binpêkirin hê di dema çûyîna hevdîtinê de dest pê dikin û zextên li ser malbatan wiha vegot: “Ketina hundirê girtîgehê bi xwe pirsgirêk e. Di lêgerînan de ji pêlav heta goreyên mirov jî ji lingan derdixin. Lêgerîneke ewqas hişk û derveyî rûmeta mirovahiyê heye. Em malbat gava diçin hevdîtina xizmên xwe, bi van zextan re rû bi rû dimînin û mirov xwe wekî dîn hîs dike. Her wiha di salonên sekinandinê yên hevdîtinê de, di destşoyan de av jî tune ye ku mirov destê xwe bişo. Ew hişmendiya berê û nêzîkatiyên xirab hîn jî li ser girtî û malbatan tên ferzkirin.”
‘Sirgûnkirina girtiyan malbatan mexdûr dike’
Umît Sevim bal kişand ser polîtîkaya dûrxistina girtiyan a ji malbatên wan û anî ziman ku ev yek veguheriye cezayekî din. Umît Sevîm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî hemû birine cihên dûr. Ji xizm û derdorên xwe dûr in. Ev rewş malbatan hem di warê aborî hem jî manewî de mexdûr dike. Hin girtî ji navçeya Elkê ya Şirnexê ne hin jî ji Wanê ne, lê dibin dawiya rojavayê Tirkiyeyê. Gelek malbatên me hene ku ji ber bêderfetiyê bi salan nikarin biçin hevdîtinê. Ev yek zilmek mezin e.”
‘Peyvên weke Kurdistan tên qedexekirin’
Umît Sevîm derbarê şert û mercên Girtîgeha Kirşehîrê de diyar kir ku zextên li ser mafê ragihandinê û xwarinê didomin û helwesta midûrê girtîgehê ya li hemberî birayê wî Ozgur Sevîm wiha vegot: “Pirtûkên yasayî yên weşanxaneyên fermî bi hinceta peyvên weke ‘Kurdistan’ tên qedexekirin. Xwarin kêm û nebaş e, daxwaznameyên girtiyan nayên xwendin. Di heman qatê de silavdayîna girtiyan a ji hev re tê astengkirin. Min ji birayê xwe pirsî, midûr bi xwe gotiye, ‘Ez vana bi zanebûn dikim, ez we provoke dikim’. Madem tê gotin ku pevajoyek heye û tê xwestin ku aştî çêbibe, ev provokasyon tên wateya dijberiya vê yekê. Ev nîşan dide ku hişmendiya dewletê neguheriye û hîna jî polîtîkayên qedexeker di dewrê de ne.”
‘Şerê derûnî bi dawî bikin’
Umît Sevîm destnîşan kir ku divê demildest dawî li van pêkutiyan bê anîn û wiha bang li rayedaran kir: “Heke dixwazin di çarçoveya vê pevajoyê de tiştekî şênber derkeve holê, yekemîn divê mexdûriyeta malbatan rabikin. Dawî li van sirgunên keyfî bînin û girtiyan bînin bajarên wan ku ev yek di hiqûqa navneteweyî de jî heye. Em daxwaz dikin ku ev şerê derûnî û qirêj yê li hemberî girtî û malbatan dimeşînin, demildest bi dawî bibe.”













