Enqere – Bi ser Peymana Sykes-Picot ku di navbera Fransa û Îngilistanê de bi veşartî hatibû îmzekirin re 110 sal derbas bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê peymanê weke bingeha parçebûna Kurdistanê dinirxînê û dibêje; “Têkçûna Sûriyeyê têkçûna vê peymanê ye. Statukoya berê ya Rojhilata Navîn ji holê rabû.”
Ji ser peymana Sykes-Picotê ku ya di navbera Fransa û Îngilizîstanê de bi veşartî hatibû îmzekirin re 110 sal derbas bû. Peymana Sykes-Picot ji bo parvekirina welatên li Rojhilata Navîn ji aliyê dîplomatê Îngiliz Sir Mark Seykes û dîplomatê Fransî François Georges-Picot ve di 16ê Gulana 1916an de hat îmzekirin. Wezîrê Karên dervê yê Îngîlizîstanê Edward Grey û Balyozê Londonê yê Fransayê Paul Cambon jî peyman erê kirin. Wezîrê Karê Dervê yê Rusyayê Sergey Sazonov jî peyman qebûl kir. Peymana bi awayekî veşartî ji aliyê Fransa û Îngilizîstanê ve hat îmzekirin û ji aliyê Rusyayê ve jî hate qebûlkirin. Piştî Şoreşa Cotmehê ji aliyê Komara Sosyalîst a Sovyetan ve ji cihanê re hat aşkera kirin û rû yê peymanê derket holê.
Li gor peymanê welatên li Rojhilata Navîn weke Rojavayê Kurdistanê, Suriye, Lubnan û parçeyekî Bakurê Kurdistanê di bin metîngeriya Fransayê de cih bigirin. Başurê Kurdistanê, Iraq, lîmanên Hayfa, Akka, Baxda û Basrayê jî di bin metîngeriya Îngîlizîstanê de cih bigirin. Li ser vê esasê Fransa û Îngilizîstanê li hev kiribûn. Ermenistan û bajarên Bakurê Kurdistanê Wan û Erzirom jî dabûn Rûsan.
Bandora li ser Rojhilata Navîn
Peymana Sykes-Picot her çiqas li ser erdê nehatibû sepandin û ji aliyê hiqûqî ve nehatibe esas girtin jî bingeha sînorên li Rojhilata Navîn diyar kir. Piştî peymanê her çiqas peymanên weke Sewr û Lozanê gelek guherîn pêkhatibin jî sînorên li Rojhilata Navîn li gor vê peymanê teşe girtin. Peymana Sykes-Picot û peymanên piştî wê dizayna dewletên hegemon ya li ser Rojhilata Navîn bûn. Bi peymanan şer û aloziyên mezin li Rojhilata Navîn ava kirin û hê jî di aloziyên Rojhilata Navîn de bandora xwe a neyînî heye. Bi vê peymanê Kurdistan hat parçekirin û netew dewlet hatin avakirin, bingeha şer û pevçûnên sed salan hate lêkirin.
Bandora li ser Kurdistanê: Serhildan û berxwedan
Piştî Kurdistan bi peymanê si nava Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê de hat parvekirin gelê Kurd ji bo parastina ax, ziman û nasnameya li her çar parçeyên Kurdistanê serî hilda. Li Rojhilatê Kurdistanê, Başur û Bakurê Kurdistanê serhildanên mezin pêşketin. Wan serhildanan her çiqas bi xwe re pêşketin anîbin jî encamên şênber nehatin destxistin. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî metîngeriya li ser Kurdistanê şerê çekdarî hat destpêkirin. Serhildana PKKê bi xwe re pêşketinên mezin anî. Şerê çekdarî ya PKKê bandor li ser dînamîkên li Rojhilata Navîn kir û di encamê de raperîna bi pêşengiya Melê Mistefa Barzanî li ya Başurê Kurdistanê hatibû destpêkirin jî bû xwedî statu. Her wiha piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş pêk hat û destkêftiyên mezin bi xwe re anî. Li Bakurê Kurdistanê jî dewlet neçar ma ku nasnameya Kurd a dihate tunehesibandin qebûl bike. Piştî van pêşketinan bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê xwe fesîh kir û şerê çekdarî bi dawî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku şerê çekdarî gihîşt armanca xwe, nasnamê û hebûna gelê Kurd da qebûl kirin û êdî dora azadiye ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiyê jî rêbaza siyaseta demokratik, xurtkirina rêxistinbûyina civakê û avakirina civaka aştî û demokratik destnîşan kir.
Li dijî projeya dewletên hegemon paradigmaya Netewa Demokratîk
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî bi komployeke navdewletî di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd di Girava Îmraliyê de rûyê komployê û dewletên hegemon derxist holê. Rêberê Gelê Kurd bi paraznameyên Manifestoya Şaristaniya Demokratîk ku ji 5 cildan pêk tê pênaseya modernîteya kapîtalîst û netew-dewletan dike û li dijî vê pergalê paradigmaya Modernîteya Demokratîk û pergala Netewa Demokratîk pêşdixîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pergala Netewa Demokratîk re ji aloziyên ên ku netew dewletan bi xwe re anîne çareseriyê digere. Rêberê Gelê Kurd li dijî pergala netew-dewlet ku bûyê sedema şer û pêvçûnên di navbera gelan de, bi pergala Netewa Demokratîk li ser esasê hevdû qebûl kirin û bi hevdu re jiyankirinê pêşniyarî gelan dike. Li Rojhilata Navîn a ku her ku diçe şer û alozî lê zêde dibin di nava qaosekê de ye. Pergala Netewa Demokratîk li dijî netewe-dewletan wek rizgariya ji pirsgirêkan derdikeve holê.
Nirxandinên Abdullah Ocalan yên li ser peymana Seykes-Picotê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya Manifestoya Şaristaniya Demokratîk de li ser peymana Sykes-Picotê jî hin nirxandinan dike. Rêberê Gelê Kurd peymana Sykes-Picotê weke bingeha pergala netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd dinirxîne û dibêje: “Ji bo Ewropa peymana Versailles çi be ji bo Rojhilata Navîn jî peymana Sykes-Picotê ew e. Peymana Versailles li Ewropa bû sedema bi dawîkirina aştiyê û Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi xwe re anî. Peymana Sykes-Picotê jî heman rol lîst. Şûna aştiya Osmaniyê Rojhilata Navîn xist nava alozî û pirsgirêkan. Dewletên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketin holê hem bi gelen xwe re û hem jî bi dewletên derdorê re di nava şer de ne. Tasfiyekirina civaka xwezayî ji bo gelan tê wateya şer. Sînorên bi rastkêşê hatine diyar kirin bi xwe re şer anî. Ew Peyman di heman demê de bingeha peymana Sevrê ye.”
‘Parçebûna 2yemîn a Kurdistanê ye’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peymana Sykes-Picotê weke parçekirina dûyemîn a Kurdistanê dinirxîne û dibêje, vê peymanê bingeha peymana Sevrê daniyê û piştî peymana Kasr-i Şîrînê (1639) parçebûna 2yemîn a Kurdistanê ye. Abdullah Ocalan di bingeha pirsgirêka Kurd de, parvekirina Kurdistanê ya di nava çar netew dewletan de dibîne û wiha dibêje: “Hezên hegemon ên modernîteya kapîtalîst çima ev 200 sal in Kurdan dipelçiqînin? Armanca wan ev ê ku hevsengiya dîrokî ya di navbera Kurd, Ereb, Tirk û Farisan de xirab bikin û di navbera wan de şer û pevçûnan derbixînin. Her wiha bi vê yekê re dixwazin pêşiya netew-dewletên wek Ermenî, Asûrî û Yahûdiyan vekin û Kurdan weke pirsgirêk diyar bikin û herême li gor berjewendiyên xwe rast bikin. Ev ê bi vî awayî alozyan kurtir bike. Dermanê van aloziyan Modernîteya Demokratîk e.”
‘Destpêka komploya li dijî Kurdan e’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008-2009an de hevdîtina ya bi parêzerên xwe re peymana Sykes-Picotê weke destpêka komploya li dijî Kurdan pênase kiribû û wisa nirxandibû: “Komployên li dijî Kurdan piraniya xwe bi peymana Sykes-Picotê destpêkirin. Bi vê peymanê plana parçekirina Kurdan kirin. Çareserî bi sererastkirina vê peymanê ye. Di nêrîna me ya çareseriyê de parçekirin tune ye. Bi pergala Konfederalîzma Demokratîk bi Suriye, Iraq û Îranê re dikarin xwîşk-biratiyê ava bikin û Kurd bi vî awayî dikarin taybetmendiya xwe biparêzin û bi gelen herême re bi hev re bijîn.”
Nirxandinên dawî yên li ser Peymana Sykes-Picotê
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li Rojhilata Navîn jî geşedanên girîng rû dan. Ji aliyekî ve aloziya li Sûriyeyê û ji aliyekî ve jî mudaxaleya li Îranê di rojevê de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re ser encamên peymana Sykes-Picotê radiweste. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer û pêvçûnên dawî yên li Rojhilata Navîn weke têkçûyina peymana Sykes-Picotê dinirxînê û wiha dibêje: “Têkçûyina Sûriyeyê di heman demê de têkçûyina peymana Sykes-Picotê ye. Başurê Sûriyeyê girtin. Suweyda û Golan jî girtin. Dîcle û Firat jî ji van re hatiyê waad kirin (Îsraîl). Ew provakasyon e.”
Abdullah Ocalan aloziyên li Rojhilata Navîn diqewimin ji bo avakirina pargaleke demokratîk weke firsendekê digre dest û dibêje: “Çareserî ne bi dijberiyê lê li bi ser esasê hevdû qebûlkirinê pêkan e.”













