Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku herî dawî di 27ê Adarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû ev 53 roj in neçûnê Giravê. Pêknehatina hevdîtinê nîqaşên statuya Abdullah Ocalan, neçûna heyetê ya Giravê jî fikarên derbarê pêvajoyê de ava dike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de dest pê kiribû rojeva sereke ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Komîsyona Meclise ku di çerçoveya pêvajoyê de li meclise ava bibû di 18ê Sibatê de rapora hevpar amade kir û xebatên xwe bi dawî kir. Piştî rapora hevpar a komîsyonê meclisê êdî çavê raya giştî li bendê bû li meclisê çêkirina qanûnan destpê bike. Lê tevî ji ser rapora meclisê re 3 meh derbas bûn jî hê ji bo çêkirina qanûnan bernameyeke meclise nehatiyê diyarkirin. Ji aliyê din vê jî li ser çêkirina qanûnan, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nîqaşên li ser tevlîbûna siyaseta demokratîk ya endamên rêxistinê berdewam dikin.
Li aliyekî vê nîqaşên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê Serokê MHPê Devlet Bahçelî vê hatibû ziman û li aliyê din ve jî 53 roj in Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, herî dawî di 27ê Adarê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser statu û çêkirina qanûnan jî rawestiyabû û peyama Abdullah Ocalan bi rêya heyetê, ji raya giştî re hatibû parvekirin.
‘Divê beşdarbûna Komarê bi nasname û azadiyê be’
DEM Partî piştî hevdîtinê daxuyaniyeke niviskî parve kir û di daxuyaniyê de cih dan nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser pêvajoyê. Li gor daxuyaniyê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser mijarên çêkirina qanûnan jî rawestiyayê û got: “Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin.” Her wiha Abdullah Ocalan li ser mijara çêkirina qanûnan jî rawestiyayê û ew nirxandin kiriye: “Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be.” Her wiha piştî hevdîtinê li ser medyaya sanal jî gelek agahî hatin parvekirin. Yek jî agahiya hatibû piştrastkirin, mijara statuyê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser mijara statuyê jî rawestiya û daxwaza xwe ya hemû beşên civakê ketina têkiliyê û zelalkirina statuya xwe anî ziman.
Nîqaşên ‘pêvajo xitimî ye’
Ji ser hevdîtinê re 53 roj derbas bûn di van 53 rojan de gelek geşedanên girîng li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn rû dan. Her wiha di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî gelek nîqaş destpêkirin. Dihat payîn ku piştî Cejna Remazanê merhaleya qanûnî destpê bike lê ji bo çêkirina qanûnan tu pêşketin çênebûn. Berovajî çêkirina qanûnan Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û rêyedarên dewletê destnîşan kirin ku divê hemû endamên rêxistinê çêkên xwe berdin û piştî berdana çekan dê qanûn bên çêkirin. Tevgera Apoyî jî ji bo berdana çekan ên endamê rêxistinê destnîşan kirin ku divê qanûn bên çêkirin. Li gor kesên di nava pêvajoyê de ne di vê mijarê de di navbera dewlet û Tevgera Apoyî de pirsgirêk derketiye û ji ber vê pirsgirêkê di pêvajoyê de xitimîn çêbûyê. Xitimîna pêvajoyê bû sedem ku di meha Nîsanê de tu gav û pêşketin çênebûn. Ji bo pêşketinên pêvajoyê ji aliyê aktorên siyasî dihat payîn ku dê hin geşedan di meha Gulanê dê pêk bên.
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di meha Nîsanê de sistbûnek hebû di meha Gulanê de pêşketinên dîrokî çêbûn. Di 5ê Gulanê de Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKKê de li ser rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan. Rêveberiya Tevgera Apoyî diyar kir ku divê gavên hiqûqî bi lez bên avêtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin. Piştî ew daxuyanî di çapemeniyê de hat belavkirin piştî çend seatan Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî di komcivîna partiya xwe de axivî. Rojeva Devlet Bahçelî jî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Devlet Bahçelî destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de niha dema pêvajoya çêkirina qanûnan e û got: “Statuya Abdullah Ocalan divê were diyarkirin û Divê navê wê jî ‘Pêvajoya Aştiyê û Koordînatoriya Siyasî’ be.”
Nîqaşên li ser statuya Abdullah Ocalan
Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi rojan li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin destpêkirin. Çavê raya giştî jî li Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan bû ku bê ka dê ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd çi bêje. Lê Serokkomar Erdogan vê hefteyê komcivîna partiya xwe li dar nexist û li ser statuya Abdullah Ocalan tiştek negot. Lê çapemeniya nêzî desthilatê bi nûçeyên kulîs ji raya giştî re derbarê nêrîna desthilatê li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin agahiyan parve dike. Li gor nûçeyên kulîs a çapemeniya nêzî desthilatê ku agahiyan disperê çavkaniyên AKPî, Serokkomar û partiya desthilat statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan napejirîne lê ji bo şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin dê hin guherînan bikin. Li gor van agahiyan desthilat difikirê ku statuyê nede Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê şert û mercên wî baş bike. Bi başkirina şert û mercan re tê armackirin ku Abdullah Ocalan dê karibe ji rêxistina xwe re bikevê tekiliyê û beşên cuda ên civakê re dan û stendinê bike.
Mijara berdana çekan û pêşketinên dawî
Rêveberiya Tevgera Apoyî jî di daxuyaniya dawî de destnîşan kiribû ku ji bo berdana çekan pêdivî bi çêkrina qanûnan heye. Ji ber ku di navbera Tevgera Apoyî û Dewletê de li ser berdana çekan û çêkirina qanûnan nelihevkirinek hebû di pêşketina pêvajoyê de jî xitimîn çêbibû. Li gor agahiyên nehatinê piştrastkirin li ser berdana çekan û çêkirina qanûnan lihevkirin ango pêşketin hene. Li gor nûçeyên kulîs ku yên xwe disperên çavkaniyên AKPê di “Çerçoveya Qanûnê” de ber bi bi dawîbûnê hatine û piştî Cejna Qurbanê ev qanûn dê di meclisê de ji partiyên siyasî re were peşkeşkirin. Her wiha piştî çêkirina qanûnan endamên rêxistinê dê werin Tirkiyeyê û ji bo endamên hatine Tirkiyeyê jî pêvajoyeke qanûnî dê bê destpêkirin. Lê ev agahî ji aliyê dewletê ve nehatinê piştrastkirin. Serokkomarê Tirkiyeyê ku herî dawî pirsen çapemeniyê bersivandibû jî diyar kiribû ku îstîxbarata wan dixebite û di pêvajoyê de xitimîn tune ye.
Gavek ji bo Aştiyê
DEM Partiyê ji bo pêşvebirina pêvajoyê û çêkirina qanûnan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya “Gavek ji bo Aştiyê” da destpêkirin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes daketin kolanan û daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de daxwaza hevpar a welatiyan çêkirina qanûnên pêwîst û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji aliyê DEM Partiyê vê jî hat diyar kirin ku ew ji bo xitimînên pêvajoyê bên derbas kirin û dengê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bigehije desthilatê ev çalakî li dar xistin. Di çerçoveya çalakiyê de Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xwest bimeşe meclise. Lê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de girse ji aliyê polîsan vê hat astengkirin. Tevî ku dihat gotin beriya meşe ji Wezîrê Karên Hundirîn destur hatiye girtin jî çalakî rastî astengiyê hat. Tuncer Bakirhan jî bertek nîşanî vê yekê da û got ku ev astengî xizmeta pêvajoyê nake.
Ji Dewlet Bahçelî nexşerêya pêvajoyê
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku herî dawî di komcivîna partiya xwe de li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî bû di nivîsa xwe ya rojnameya Turkgunê de careke din bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nexşerêyeke ji 7 xalan pêk tê ragihand. Devlet Bahçelî di nirxandina xwe de destnîşan kir ku divê statuyeke guncav a Abdullah Ocalan hebe û pêşniyara, mekanîzmaya pêvajoya aştiyê û koordînatoriya siyasî dûbarê kir. Lê tevî daxuyaniyên Bahçelî yên derbarê pêvajoyê û statuya Abdullah Ocalan de jî ji aliyê desthilatê vê tu gavên şênber neyên avetin û daxuyaniyek derbarê de nayê dayîn. Ew yek jî di raya giştî de dibê sedema nîqaşên di navbera AKPê û MHPê de nakokî hene. Her wiha şîroveyên weke daxuyaniyên taktîkî û ji bo mijûlkirinê ne jî tê kirin.
Heyeta DEM Partiyê dê kengî biçe Giravê
Ji aliyekî nîqaşên li ser pêvajoyê û ji aliyê din vê jî çavê raya giştî li Girava Îmraliyeyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demekê dirêj e peyamek ji dervê re neşandiye û 53 roj in heyet neçûyê Giravê û fikir û rêmanên Abdullah Ocalan ji aliyê gel vê jî tê meraqkirin. Di destpêka meha Gulanê de dihat gotin ku piştî hefteyekê dê heyet biçe Girava Îmraliyê lê heta niha ji bo çûyîna heyetê tu rojeke diyar kirî tune ye. Di destpêkirina pêvajoyê vir de cara yekêm agahî negirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew qas tê dirêjkirin. Neçûna heyetê ji Girava Îmraliyê di welatiyan de jî fikarên weke ‘gelo di pêvajoyê de xitimîn hene’ ava dike. Herî dawî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di daxuyaniya xwe ya dûh de ragihand ku ew li bendê ne ku di rojên pêş de heyeta wan biçe Giravê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Lê di daxuyaniyê de demekê diyar nekir û ji bo çûyînê ya heyetê jî demek nehatiye diyarkirin.













