Amed – Rêveberê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Îbrahîm Yildirim diyar kir ku her saziyeke ku îdiayeke wê heye dikare ji bo vê xebatê dilopeke avê jî bîne û wiha got: “Em dixwazin ku di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin. Em bi hev re vê xebatê bimeşînin û hêzê bidin hevdu. Ewilî zarokên Kurdistanê bigihînin hemû zarokên cîhanê.”
Bi pêşengiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi hevkariya Zarok TV, Konseya Bajêr a Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weqfa Koçberiyê komxebata bi navê “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” hate lidarxistin. Bi tevlibûna endam, nunerên saziyên zarokan û saziyên sivîl komxebat du rojan berdewam kir û bi encannameyekê bi dawî bû. Rêveberê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Îbrahîm Yildirim li ser armanc û pêvajoya komxebatê axivî.

‘Zarok tenê ji zimanekî pêk nayê’
Îbrahîm Yildirim da zanîn ku xebatên zarokan heya astekê aram in. Îbrahîm Yildirim bi lêv kir ku xebatên zarokan piranî li ser ziman tên meşandin û wiha got: “Helbet ev yek tişteke pir girîng e. Lê dema ku em di nav malbatê de, zarokan dibînin, rewşa wan, tiştên ku di jiyana xwe ya rojane de dijîn, em dibînin ku mesele bitenê bi ziman xelas nabe. Di nav wê de hinek mijarên sereke derdikevin. Yek ji wan, ewlehî ye. Em ji xwe dizanin, pirsgrêka civakê, bi taybetî ya zarokan, nikaribû çavkaniya xwe ji pergalê bigire. Çawa ku em bi hişmendiya dewletê dibêjin, jin yan jî mêr civak di vê rewşê de ne, rewşa zarokan hîn xerabtir e. Dema ku bajarek tê avakirin, parkek tê avakirin li ser navê wê dibêje, ‘erê, ji bo zarokan e.’ lê wekî pratîk em encamê dinêrin, ew jî ji bo zarokan nîn e. Helbet, gelek saziyên me hene ku derheqê zarokan de xebat dimeşînin. Di dawiyê de me dît ku nîqaşeke xurt li ser vê meseleyê hewce ye. Yanî bajarekî ku li gorî zarokan be, li gor pêdiviya zarokan be, mirov dikare çi bike? Mesela, tenê bi ziman be erê, ew girîng e, lê zarok tenê ji zimanekî pêk nayên. Yanî perwerdehiya wan, tendurustiya wan, ewlehiya wan, têgihîştina wan, hînbûna wan, her yek mijarekî pir berfireh in. Di vê çarçoveyê de me got, em ê komxebateke wiha li dar bixin.
‘Encamên herî xerab ji ser zarokan digirin’
Îbrahîm Yildirim anî ziman ku ew kesên tev li komxebatê bûne ji berê ve di nav xebatên ji bo zarokan de ne û wiha pê de çû: “Me xwest bi wan hevalên xwe re pratîkên xwe, tecrûbeyên xwe yên ser van mijaran parve bikin û em binêrin li cîhanê jî ew rewş di çi astê de ye û li gor şert û mercên Kurdistanê, pêdiviyên zarokên Kurdistanê çi ne, li gor vê yekê çarçoveyekî derbixin û em bêjin ku îradeyeke mafên zarokan, pêdiviyên zarokan pêş bixin û çarçoveyeke wiha derbixin. Ji ber wê em dikarin bêjin ku ev komxebat destpêkek e. Erê, şert û mercên em dibêjin, şerên taybet e ser Kurdistanê diyar e. Helbet bi encamên herî xerab bi ser zarokan de digirin. Yanî, ji her alî ve rojane jî em li derdora xwe jî vê yekê dibînin. Tiştên ku tên dîtin, tiştên ku tên jiyîn wekî şênber di pratîka jiyanê de diqewimin hene. Ji ber vê yekê me got ne tenê wekî nîqaş, komxebat û pratik hewce ye. Fikrên me, tecrûbeyên û teoriya me jî heye. Lê me got em ê wan hinekî bikin hevpar û derbixin, rojeva saziyên ku wan karan dimeşînin û bi hev re em dikarin çawa bi hev re gavan biavejin ku ev mijar li ser gotinan nemîne, pratik jî di jiyanê de dê xwe nîşan bide.”
‘Di asta niyet de, kesên ku xwe bi paş ve dikişînin tune ne’
Îbrahîm Yildirim destnîşan kir ku ev komxebat weke destpêkekê ye û dê di siberojê de berdewamiya wê bi hevkariyeke mezin were lidarxistin û ev yek anî ziman: “Weke ku di komxebata me de jî derket holê ji niha şûn ve rêveberiyên xweser, saziyên me yên sivîl, saziyên me yên ji çand û hunerê bigirin heta aboriyê, yanî hemû tê de barek dikeve ser milên wan. Taybetmendiya sazi û dezgehên Kurd diyar in, yanî tiştekî dibêje û ew tiştê dike ku pêk bîne. Hinek gotin jî hene, mesela yan jî hinekî teorî em bêjin hene, pir zêde li ser gotinê dimîne, lê em dibêjin ku êdî ew dem derbas bû, dema me tune ye. Em êdî ji bo zarokên vî gelî pir dereng mane, çi ji destê me bê, bi pratîkê divê em dest pê bikin. Mebesta min ew e ku tiştên ku derketiye holê, tiştên ku niha di hundir de tên nîqaşkirin jî rastî ev in. Di asta niyetê de, kesên ku xwe bi paş ve dikişînin tune ne. Ev civîn tenê li Amedê pêk tê ji ber ku hevalên me, saziyên me li Amedê ne. Lê ji Wanê, heya Sêrt û Mêrdînê, ji gelek bajaran heval hatine vê derê. Mebest ji xwe ew bû. Zarok ne tenê Li Amedê ne. Ji ber wê me got em ê wan jî tev li bikin ku ev xebat hinekî li Bakur belkî bi saziyên din re jî têkiliyeke xurt ava bike. Ji xwe di xebatên saziyan de ku komeleya me jî di nav de ye têkiliyekî bi vî rengî heye. Ji baroyan bigirin heta şaredariyan û heya saziyên me yên sivîl têkiliya me her tim heye.”
‘Her saziyeke ku îdiayeke wê heye dikare dilopeke avê li vê xebatê zêde bike’
Îbrahîm Yildirim da zanîn ku şer belkî sekinî ye lê şerê taybet bi awayekî girantir didome û got: “Ev şerê taybet helbet li ser van xebatan bandorê dike, helbet ditengijîne. Lê weke ku pêkhateya vê derê em em xwediyê israrekê û îradeyekê ne. Ji ber wê, me got hevalên me, saziyên me yên Bakur, saziyên me yên din jî tev li bibin ku, em rewşa hevdû ji nêz ve bibînin. Dema mirov ji Amedê rewşê dinêre, rewşa Wanê an jî Serhedê, Botanê nizane, tenê ser gotinan dimîne. Mebesta me ew e ku van pirsgirêkan ji holê rakin û li vê derê em ji hevdû re sozekê bidin ku em bixin pratîkê. Ew kar û çareserî tenê ji saziyekê pêk nayê. Çareserî ji xwe ji aliyê dewletê ve nayê. Lê ya ku em zanin wekî gel, ew hêz bi me re heye û divê em hinekî xwe bi rêxistin bikin û gavên şênber biavejin. Wekî tespîtekê mirov dema derheqê zarokan de diaxive, yanî tû sazî ferq nake, tû hişmendi jî ferq nake, ser gotinê hemû pir hesas in. Hemû tiştekî pir pîroz dibînin, lê dema pratîkê êdî nexweşiyên din, nexweşiyên weke desthilat, nexweşiyên weke modernîteya kapîtalîst dikeve navberê êdî şûnda tu nikarî gav biavejî. Helbet sedem hene, lê em dikin ku van sedeman bi îradeya gel, bi saziyên me yên sivîl û saziyên din re bi hevkarî ji holê rakin. Ev yek jî gavên şênber û pratîk dixwaze. Ez dikarim bêjim ku saziyên me yên Bakur ê ku tevlibûne, di vî alî de rastî heval jî di aliyê pratîkê de bi biryar in û pratîka wan jî heye, lê helbet têre nake. Lê ji vir şûnda em dixwazin ku di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin. Her saziyeke ku îdîayeke wê heye dikare ji bo vê xebatê dilopeke avê jî bîne û em bi hev re bimeşînin û hêzê bidin hevdu û ewilî zarokên Kurdistanê bigihînin hemû zarokên cîhanê.”







