Heval û hogirên çinarê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di yekê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû, li Enqereyê serdana gora wî kirin û li ser gorê gul û beybûn çandin.
Heval û hogirên çinarê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di yekê Çileyê 2026an de jiyana xwe ji dest dabû, serdana gora wî kirin. Hevjîna Aykol Nuray Çevîrmen, hevalên wî yên rojnameger û siyasetmedar, çûn Goristana Karşiyakayê ya li navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê.
Heval û hogirên Aykol ên ku li goristanê hatin cem hev, li ser gora wî gul û beybûn çandin û ew bi rêzdarî bi bîr anîn.
















